Bûyera Kerbela, yan jî Komkujiya Kerbelayê, di sala 680an (Hîcrî 61, 10 Muharrem) de di navbera artêşek biçûk ya neviyê Muhemmed pêxember, Huseyn bîn Elî û artêşa xelîfeyê dewleta Emewiya Yezîd de qewimiye.[1]

Wêneyek di derbarê komkujiya Kerbelayê

Kuştina Hûseyin ku kurê keça Mihemed Fatima û kurê pismamê Mihemed Elî ye, her sal di roja Aşûrayê de ji aliyê Şîeyan ve tê bîranîn. Ji aliyê din ve sunnî van rojan bi nimêj û mewlîdê derbas dikin jiber ku aliyê sunî şîngirtinê rast nabînin.[2]

Destpêka bûyerê biguhêre

Dema ku di sala 632an de pêxemberê îslamê Muhemmed dimire, fikara ku dê kî bibe berpirsiyarê civaka îslamê qewimî. Qismek ji misilman yekemcar xelîfetî ya Ebûbekir qebûl kirin. Piştî Ebûbekir, Omer, Osman û Elî, bûn xelîfeyê Îslamê.[3]

Bûyera yekem biguhêre

Piştî ku Osman di sala 656an de ji alîyê serhildanan ve hat kuştin, Elî bû xelîfe û derbasê rêveberiya civaka Îslamê bû Piştre, kurê apê Osman, Muawiye, û Talha, Zübeyr, Aişe û çend xizmên din ên Osman xwestin ku Elî ji kujeran bibîne û ji wan qisas bê xwestin. Elî ji wan xwest ku li benda ji bo demekê bicîh bisekinin. Piştê vê xwesteka Elî, Muaviye, Talha, Zübeyr û Aîşe ji Elî xeyîdîn. Piştê demek Talha û Zubeyr li hemberê Elî artêşek berhev kirin. Elî, vê yekê wekî serhildan pejirand, bi artêşê xwe ve çû cihê bûyerê.

Di destpêkê de şer tunebû lê piştê demekê rewş aloz bû û di navbera herdû artêşa de pêşî şerê devkî û piştre şerekî dijwar di navbera leşkerên herdu aliyan de derket. Di şer de Talha û Zubeyr hatin kuştin. Asîye jî li ser xwestina Elî şandin bajarê Medîneyê. Piştê ev bûyer, Muawîye, li hemberê Elî xelîfetî ya îlankir û civaka Îslamê di navbera Elî û Muawîye de bû du beş.

Kuştina Elî û rêveberiya Muawîye biguhêre

 
Wêneyek li ser Bûyera Kerbela hatiye çêkirin

Piştê 5 sal Xelîfetî ya Elî de, Elî ji aliyê xarîcî yek bi navê Abd’ûr-Rahmân İbn-i Mûlcem bi komplogerî yek heta kuştin û xelîfetî 20 sal ma ji Muawiye re.

Dema ku Muawiya li jiyanê bû, ji alîgirên xwe û ji gelên Hîjaz daxwaz kir ku bi kurê wî Yezîd re dilsoz bin. Lêbelê, hinek alîgir û gelên Hîjaz ji vê daxwazê nerazîbûnên xwe nîşan da û gotin em vê yekê napejirînin sedem jî peymana ku bi Huseyn bîn Elî re hatiye çêkirin destnîşan kirin. Li ser vê yekê, Muawiye dev ji xwestina xwe berda. Pîştê ku Muawiye di sala 680an de mir, Yezîd xwe xelîfe îlankir û derbasê ser rêveberiyê bû.

Dema Yezîd I û rêveberiya wî biguhêre

Yezîd rêveberiyê desteserkir û nameyek waliyê Medîneyê re şand , bal kişand ku guhlêbûna Huseyîn bîn Alî ne, ya wê bikirin. Kesê ku bi gutin wê neke wê bi canê xwe berdel bide. Di vê navberê de, Huseyîn nameyên Kufaiyan distîne ku dilsoziya xwe pêşkêşî yê Huseyn bîn Elî re dikirin. Wan got ku ew ê piştgîriyê bidin Huseyn. Eger Huseyn bê Kufa û xelîfetî ya xwe dîyar bike ewê piştgiriya Huseyn bikin. Huseyîn van pêşnîyaran piştrast bû û fikirî ku alîgirên wî li Kufa yê gelekbin. Huseyn û nêzîkê 70 kes aligirê wê û malbata xwe ve ber bi Kufa ve meşiyan. Lê ya rastî aligirê Kufayê wekê dexmînkirina Hûseyn tunebû, qêm derket. Alîgirên Huseyn bîn Elî ya Kufeyî li Kufayê ji alîyê pirranî ya alîgirên Yezîd ve hatin tepisandin.

Şerê navbera Huseyn û Omer bîn Sad de biguhêre

Bi vegerîna Huseyîn li bajarê Kerbelayê, Waliyê Yezîd, Îbnî Ziyad nêzîkê 30 hezar leşker şand ser Huseyn. Leşkeran dor li kampê Hûseyn û alîgirê wî girt û dest bi axaftina kirin. Huseyn ji wan xwest ku dorpêç were rakirin û destûr bê dayîn ku malbata wî û alîgirên wî ji Îraqê derkevin. Fermandarê artêşê, Omer bin Sa'd, ev pêşniyaz dît û vê xwestekê ji fermandarê bilindtirîn artêşa xwe re şand. Ev pêşkêşî ji hêla Îbnî Ziyad ve jî hate pejirandin lê ji hêla Emewîyan Şîmr bîn Zî'l-Cevşen, Bahterî bîn Rebîa û Şeys bîn Rebîa ku di rêveberiya Yezîd de xwedî gotinin, dijberî vê xwestekê derketin. Wan ji Omer bin Sa'd re got, Huseyn û kesên pê re yan dê bê kuştin yan jî Omer bîn Sad berdîla vî yekê bi canê xwe bide. Di 7ê meha Muharremê de, Omer bin Sa'd kampê dorpêç kir û çavkanîyên avê li ser wargehê qut kir. Di 9ê meha Muharremê de, ava xwarinê ya kampê xilas bû. Ji Huseyn û alîgirên wê re tenê vebijêrka şer yan jî radestî dimîne. Huseyn bîn Elî, ji Omer bîn Sad jibo xweavêtêna Xwedê (îbatet) destûr xwest. Piştê ev xwestek ji aliyê Omer bîn Sad ve hate pejirandin, Huseyn bîn Elî destûr nda alîgirên xwe re got kesê ku dixwazê biçî dikarê di tarîya şevê de here. Dibe sibe lê tu kes alîgirên Hûseyn terka wî nekiribûn.

Dotira rojê, Huseyn bîn Elî nêzî xetên pêşîn ya artêşa Omer bîn Sad bûn axivî ji leşker û kesên wî nasdike re axivî û jiwan xwest ku ew nebin sedema şer. Huseyn, bi axaftinek dirêj bang li leşkerên Omer bîn Sad kir. Axaftin Huseyn bîn Elî li li ser leşkerê Omer bîn Sad bi bandor bû fermandarê bi navê Hûr derbasê hêla Huseyn bû.

Omer bîn Sa'd ji ber tirsa guhertina fikrên leşker û alîgirên tîra yekem avêt û şerê da destpêkirin û bi destpêka şer re ji aligirên Îbn Sad, Temîm bîn Kahta û Zeyd bîn Ebtahî û hejmarek leşker, ji aligirên Huseyn bîn Elî Fermandar Hûr, Hebîb bîn Mezahîrb, Kurê Huseyn bîn Elî Elî el-ekber, kurê Hesen bîn Elî Qasim bîn Hesen û hilgirê alê Abbas bi derbê şûran hatin kuştin. Di şer de ergûşa kur ku kurê Huseyn bîn Elî bû bi nîşangirtina tîr a Hurmala bîn Kâhîl hate kuştin.

Kuştina Huseyn bîn Elî biguhêre

Piştê definkirina dergûşa kur û çend mirîyên din Huseyn çarek din dîsa derket hemberê artêşa Omer bîn Sad û bang li leşkerên wî kir ku dest ji şer berdîn lê bi fermandana fermandarê artêşa Omer bîn Sad Şimr bin Zî'l Cewşen, êrîşek mezin pêk hat di vê êrîşê de Huseyn bîn Elî bi derba şûrê Sînan bîn Enes en-Nehaiû anjî Şimr bin Zi'l Cevşen hate kuştin. Huseyn û kesê aligirên xwe di vê êrîşa dawîyê de hemî hatin kuştin. Laşê Huseyn û 72 kesên pêre hatin kuştin li bin lingên hespên artêşa Yezîd hatin pêpeskirin. Rojek piştê şer laşê Hûseyn û 72 kesan ji aliyê gudîyên gudê El-Qadiriyê ve hatin definkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Kerbela Olayı". Tarihi Olaylar. Roja gihiştinê 18 gulan 2020.
  2. ^ "Kerbela Olayı nedir nasıl gerçekleşti? Hz. Hüseyin nasıl şehit edildi? Son dakika haberleri". Karar.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 18 gulan 2020.
  3. ^ "Kerbela Olayı nedir nasıl gerçekleşti? Hz. Hüseyin nasıl şehit edildi? Son dakika haberleri". Karar.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 18 gulan 2020.

[1]

  1. ^ Kerbela olayı nedir? Van Havadis