Bêsnî
Bêsnî yan jî Behsnî [çavkanî hewce ye]yek ji navçeyên Semsûra Adiyemanê ye. Di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekê girîng e. Li rojavayê Semsûrê dikeve. Firehiya erdê navçeyê 1.330 km², bilindahî ji rûyê avê 1.050 m ye. 8 şaredarî, 52 gund û 61 mezre girêdayî navçeyê ne. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 36.123 û bi tevî gundan 108.667 e.
Navçeya Bêsniyê | |
---|---|
Besni | |
Koordînat: 37°41′36″Bk 37°51′35″Rh / 37.69333°Bk 37.85972°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Semsûr |
Serbajar | Bêhiştî |
Hejmara nahiyeyan | 5 nahiye |
Hejmara bajarokan | 9 bajarok |
Hejmara gundan | 64 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.332 km2 (514 sq mi) |
Bilindahî | 910 m (2990 ft) |
Nifûs (2009) | 80.681[1] |
• Berbelavî | 60,57/km2 (156,9/sq mi) |
• Serbajar (2009) | 26.788 |
Koda postayê | 02300 |
Koda telefonê | (+90) 416 |
biguhêre |
Bêsnî her dem bûye navendek desthilatdariya kurdan. Mîrên Bêsnî ji Deryaya Spî heya Meletî, Dîlok û Ruhayê desthilatî kirine. Di sala 1620´î de gorî qeydan 16.000 nifûsa Bêsniyê hebûye. Osmaniyan hin caran bi Amed, Gurgum, Meletî, Dîlok an bi wîlayetên başûr ve girêdane. Di sala 1954´î de bi Semsûrê ve hatiye girêdan.
Wekî parçeyek Kurdistanê dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Med, hûrî, mîtanî, asûr, faris, makedonî, romayî, ereb, mongol û osmanî li vir desthilatî kirine. Lê Bêsnî her dem wekî herêmeke serbixwe di bin desthilatiya mîrîtiyên Kurdan de bûye. Di qeydên dîrokî de navê Bêsniyê wekî Bêsnî, Bahsna, Bethesna, Behes, Behesnî derbas dibe.