Avraham Tehomî
Avraham Tehomî (jdb. 1903 li Odessa; m. 1990 li DYA) fermandar û damezrînerekî Irgûnê, yek ji kasayetiyên navdar ên têkoşîna siyonîzmê bû.
Avraham Tehomî | |
---|---|
![]() Avraham Tehomî, yekem fermandarê Irgûnê | |
Jidayikbûn | 1903 ![]() |
Mirin | 1990 ![]() Hong Kong ![]() |
Hevwelatî | Împeratoriya Rûsî, Mandatory Palestine, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Koçberî, ji Rûsyayê tê FilistînêBiguhêre
Bi navê "Silberg" sala 1903yê li Odessa, Rûsyayê tê jiyanê. Sala 1923yê bar dike Filistînê û navê Avraham Tehomî li xwe dike. Li Filistînê tevlî têkoşîna azadiya gelê cihû û bicihanîna armancên bîrdoziya siyonîzmê dibe. Dibe endamê partiya siyonîst-sosyalîst Hîstadrût û Haganayê.
Kujtina Jacob Israël de HaanBiguhêre
Wekî eskerekî di bin fermandariya Îzhak Ben Svî dibe ku ew sala 1952yê dibe serokwezîr.
Di 30ê hezîranê 1924ê de Tehomî, nivîskarê cihû Jacob Israël de Haan, li Orşelîmê dikuje, ji ber ku ew wê demê wekî rojnamevan dixebite û bala cîhanê dikişîne ser hatina kadroyên siyonîst bo herêmê û xetereyên bi xwe re tînin. Ev kujerî li Ewropayê bi tundî tê şermezarkirin.
Hagana û fermandariya IrgûnêBiguhêre
Sala 1925ê Tehomî dibe alîkarê fermandarê Haganayê yê herêma Orşelîmê, di nava salên 1929 - 1931ê jî fermandar. Bi legal û îllegal li dijî dagirkeriya Brîtanyayê ya li herêmê têdikoşe. Herwiha li dijî hêzên ereban jî. Ew ji ber nakokiyan Haganayê diterikîne, û dibe fermandarê Irgûnê. Ewropa û DYA ji Irgûnê ne kêfxweş bûn, lewra li dijî wan jî têdikoşiya. Sala 1937ê vedigere Haganayê, bi xwe re tenê 1500 endaman tîne, yên din wekî komikan bi rêbazên gorî gelekan terorî li dijî îngilîz û ereban şer dikin.
MirinBiguhêre
Tehomî piştî serxwebûna Îsraelê li DYAyê dijî û li wir sala 1990ê jiyana xwe jidest dide.
ÇavkanîBiguhêre
- Shlomo Nakdimon; Shaul Mayzlish: דה האן: הרצח הפוליטי הראשון בארץ ישראל [De Haan: The first political assassination in Israel]. Tel Aviv: Modan Press 1985. OCLC 21528172. [bi zimanê hebrayî/îvrî/îbranî]