Open main menu

Aramê Dîkran (wekî Aramê Tîgran jî tê naskirin; navê wî yê ermenî: Aram Melîkyan), hunermendekî ermenî ye ku bi kurdî û ermenî distre. Di sala 1934an de li bajarê Qamişlokê (Binxetê) hatiye dinê. Aramê Dîkran di roja 8ê tebaxa 2009an de li Atînayê (Yewnanistan) çû ser dilovaniya xwe.

Aramê Dîkran (Aramê Tîgran)
Peykerê Aramê Tîgran ê Farqînê 2012.JPG
Peykerê Aramê Tîgran li Farqînê, 2012
Agahiyên giştî
Zayîn 15ê kanûna paşîn 1934 ( 1934 -01-15)(85 salî)
Qamişlo
Mirin 8'ê tebaxê 2009(2009-08-08)
Atîna
Cure Muzîka gel a kurdî
Pîşe Solîst

Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: "Tenê deng û huner dimînin û nemirin". Ji mêj de ye ku nermiya dengê tijî his û xweşê mamostea Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tijî êşiq û evînê wî nebihîstibe, tine ye. Kurmanc, Soran, Zaza, Loran, Goran û hemû Kurd wî û evîna wî ya ji bo kilamên cimaeta Kurdan nas diken. Sedem jî ew e ku hakimiyeta deng û stranên wî li ser dil û mejiyê mirovan bandorek taybetî çêdikin. Yek ji dengên ku hertim para kurdî ya Radyoya Êrîvanê di nava Kurdên her çar perçên Kurdistanê de dide guhdar kirin, dengê zelal ê Aramê Dîkran e. Dengê ku ji kûrahiya dil derdiket û evîn û heza bêdawî ji bo rûmeta bilind û jiyana bi şan û şeref diafirand.

Deng û awazên hunermendên mîna Dawudê Xelo, Sosika Simo, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço, M. Arifê Cizîrî, Şeroyê Biro, Eyşe Şan, Hesenê Cizîrî, Aslîka Qadir, Nesrîn Şêrwan, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Meryem Xan, Belga Qadir, Zadîna şakir, Aramê Dîkran û hwd... her roj ji roja berê zêdetir guhdarên Radyoya Êrîvanê zêdetir dikirin.

Lê di vê navê de pirsa herî girîng ji bo Kurdan ev bû ku Aram Dîkranê Ermenî çawa wiha ji dil û bi şewatek tijî soz dikare stranên kurdî bixwîne?! Çawa dikare wiha li ser bedewiya deşt, zozan, dol û newal, mêrxas û egîdên Kurdan bistire? Aram kî ye ku nekitiye bin bandora siyaseta wan xwînmijên ku hertim dihola neyartiya kurdî û Ermeniyan lêdixistin û neteweya kurdî bi wê hîndê tawanbar dikirin ku di ferman û qira Ermeniyan de li rex Osmaniyên xwinxwar, cih girtine!? Û gelek pirsên din. Lê emeknasî û famkirina siyaseta çewta dagirkerên Kurdistanê ji mêj de bû ku di malbata Aramê mirovhez de hatibû famkirin. Aram Dîkran bixwe di vê derbarê de wiha dibêje:

Bi vî awayî Aram, li herderê bi birayên xwe yên kurd re jî û şîreta bavê xwe yê emeknas heya roja îro jî ji bîra nekiriye. Heya roja îro jî li ser vê riya dûr û dirêj Aramê hêja dimeşe. Sala 1966´an gelek Ermeniyên ku li welatê Sûriyê dijîn, vegerîn welatê bav û kalên xwe Ermenistanê. Li wir bû ku Aram bi hevkariya Xelîl Muradov ku berpirsyarên para kurdî ya radyoyê bûn, bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê stranbêjiyê kir. Carek din jê re hat îsbat kirin ku kurdî li her derê mêranî û mêvanperweriya xwe wenda naken. Li wir bû ku Aramê evîndarê stirîn û awazên kurdî bi hevkariya Cemîla Celîl û Keremê Seyad bêtir ket nava deryaya stranên kurdî û bi melevantiya di nava vê deryaya bêbin de bû hosta û şehrezayekî pispor. Elbete Aram rihê kurdîtiyê û hezkirina zimanê kurdî ji bav û diya xwe girtine ku hertim di nava malê de bi hevre bi zimanê kurdî diaxivîn û behsa bextereşiyên kurdî û Ermeniyan dikirin.

Rêbaza (istîla) hunerî û naveroka stranên Aram Dîkran bêtir vê rastiyê bi me didin selmandin ku ew bi şiyarî xebitiye û ji hunera resen hezkiriye. Awaz û helbestên wî ji nava dilê civata Kurdan derketine. Kiye ku strana "Bilbilo" nebihîse û Kurdistana bindest û bextreşiyên gelê Kurdî li ber çavên wî zindî nebin?! Kîjan evîndar e ku strana "Keçê ji bona te ez dîn im" bibhîse û hêsrên evîndariya bi şewat nebarîne?!

"Stranên Hey lo lo delal", "Şev çû", "Çiyayê Gabarê", "Zîlan", "Diçim-diçim", "Bi hesreta Êrîvanê", "Çil-çil kezî", "Ey welato em heliyan", "Elmasa min ji dersê tê", "Ax dê û bavê me" û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin.

Bi serhev de mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ne. Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî kultura Kurdan, heza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, selmandina biratiya Kurdî û Ermeniyan, evîna ji bo Gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfîdayiya egîd û lehengên Kurdistanê ku bi netirsî canê xwe fîda kirin, wefadarî û emeknasî û... tev kevir û binaxê stranên Aram Dîkran pêktînin.

Bi salaye ku ew wek dergevanekî xwendingeha hunera Kurdistanê bi dengê xwe yê germ û nerm dewlemendiya lorîk, stran û zimanê şirînê Kurdî bi bîra herkesî tîne. Aram bûye nîşana demokrasiya di navbera gelên Rojhilata Navîn de. Wî di piratîka xwe de daye xuyakirin ku hemû gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hevre û di nava aştî û biratiyê de bijîn.

Dema ku ji sala 1915'an û pêde genosîda li dijî gelê Ermenî (cîranên Kurdan yên dîrokî) bi destûra nifşparêzên Împeratoriya Osmanî destpêkir, Kurdan gelek ji wan di nava dilê xwe de veşartin. Kurdan nedikarîn bibînin ku neviyên Mongolan li ber çavên wan birayên wan bikujin.

Herkes nikare muzîkê bi guhdarên xwe bide hezkirin. Ger hunermend bi deng û awazên xwe di vî karî de biser nekeve, nikare muzîka xwe mîna xwarina riha mirovan, pêşkêşî gel bike. Di vî karî de Aram mamostayekî jîr e û dizane çawa hest û hisên gel bilivîne. Ji bona wê jî mamoste Aramê Dîkran di derbarê huner û hunermendiyê de wiha dibêje:

Aram hunermendekî bextewere. Ji ber ku wî di nava civakê de dilxweşî pêk aniye û mirovên hunerdost bi can û dil ji wî razîne. Hunera wî bi hezek bêdawî di nava gel de hatiye pejirandin.

Kilamên Aram yên evîndariyê rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê Kurdî didin nasandin. Mamosteyê me Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmeteke bilind e.

Aram kurê Dîkran Melîkyan di sala 1934'an de li Qamîşlokê di nava malbateke hejar de hat dinê. Karê xwe yê hunerî bi evînek tijî his û xweşî ji temenê 18 saliyê di nava dewat û şahiyên Kurd û Ermenyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir ew teşwîq kir ku riya hunerê bidomîne. Sala 1966'an bi malbata xwe re hatin Ermenistanê û heya sala 1985'an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fêrmî xebitî.

Di sala 1990'an de wek penaber hat Ewropayê. Di roja 8ê tebaxa 2009'an de li Atînayê (serbajarê Yewnanistanê) miriye.

ÇavkanîBiguherîne

Girêdanên derveBiguherîne