Apik
Apik (Hemidactylus turcicus.) li Xelfêtiyê (Kurdistan)
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Sauria
Famîle: Gekkonidae
Cins: Hemidactylus
Cure: H. turcicus
Navê zanistî yê latînî
Hemidactylus turcicus
(Linnaeus, 1758)

Apik, apapika malan, apapika gurî, apapika derya sipî ya navîn, gegoyê gurî (Hemidactylus turcicus), cureyekî apapikan e.

Belavbûna erdnîgarî biguhêre

Apik cureyekî apapikên tewr navdar e li parzemînên erdê ku têne dîtin li gelek welatên Ewropa,Afrîka, Asya û Amerîkayan. Apik li Yewnan,Portûgal, Spaniya, Îtalya, Tirkiye, Kurdistan, Iraq,Îran, Sûrî, Îsraêl, Urdun, Filistîn, Libnan, Misir, Erebistana Siûdî, Sudan,Yemen, Somalia, Erîtrea, Kenya, Oman, Qatar, Pakistan, Hind, Giravên Balear, Giravên Kenariyê, Panama, Porto Rîko, Belîze, Meksîk, Kuba û başûra DYA dijî ye [1].

Şayes biguhêre

Dirêjiya apikê digihêje heta 15 cm.

Reftar biguhêre

Bi gelemperî, di êvarê de çalak dibe û tê dîtin. Da ku apik di êvaran de xwe baş veşêrîne rengê xwe ne tu balkêş e da ku tu canewer wî nebîne.

Hest biguhêre

Çavên xwe di êvare de pir baş dibînin û bîboka çavan wekî bîokên qelisî xuya dike. Li gorî zanyaran apik, canewerek e ku dikane reng jî bibîne, ye (bi piranî heywan nikarin rengan bibînin). Herwiha, apik pir hîşyar e û bêtewş tevdigere. Ji ber porikên xwe yên pir biçuk ên ku di bin lingên xwe de peyda ne, apik kare xwe li dîwaran bizeliqîne û bê dijwarî li ser dîwaran bimeşe. Bi alîkariya ev porikan apik kare hêzên Van der Waalsê (hêzeke fîzîkî) bikarbîne û heta li ser pencereyan bile hilmeşe.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre