Adile Xanim

Adile Xanim (bi îngilîzî wek Adela Khanum an jî Lady Adela tê naskirin[1]; (z. 1847 li Sine − m. 1924 li Helebce)[2], di destpêka sedsala 20an de serdara êla Caf bû. Kurdnas û serdarê brîtanî Cecil J. Edmonds ê ku li Helebceyê ew nas kiriye, jê re "şahbanuya bêtac a Kurdistanê" gotiye[3].

Adile Xanim
Lady Adela.jpg
Jidayikbûn1847 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1924 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Helebce Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîRojhilata Kurdistanê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Ji aliyê çepê, du leşkerên brîtanî ên nenas, Lynette Soane, Adile Xanim, serdarê brîtanî E. B. Soane, kaptanê brîtanî G. M. Lees û kurê Adile Xanimê Ehmed Beg. Ev wêne di meha çiriya pêşîn a 1919an de li Helebceyê hat girtin.

Bavê Adilê, Mihemed Begê Silêmanî[4], ji ezbeta wezirên mîrgeha kurd a Erdelanê bûye. Pistî bêhêzbûna mîrgehê û guherîna mîr bi waliyekî ve, bavê wê li Teheranê bicih dibe. Li vir jî malbata wê endamê civata pispor û torinên îranî ye. Hemdemê de li navîna Kurdistanê de du navendê hêzê hene; Şarîzûr û Erdelan. Li Şarîzûrê Osman Paşa ji begzadeyên êla Caf qeymeqam e. Adilê bi wî re dizewice.

Gava ku zilamê wê di sala 1909an de dimire, Adilê ya ku pênasiyê "xanim" girtiye, şuna wî digre. Heta 1924, sala ku Adilê Xanim tê de diçe ber dilovaniya xwe, ew qeymeqama Şarîzûr û serdara êla Caf bûye. Cecil Edmonds û Ely Bannister Soane gelekî pesnê desthilatiye we, wek jineke pispor û zîrek, didin. Adilê Xanim, yek ji jinên mînakî di dîroka kurdan û gelên rojhilata navîn de tê nişandin.

ÇavkanîBiguhêre

  1. Ely Bannister Soane (1912/1926/1979). To Mesopotamia and Kurdistan in disguise.
  2. Lady Adela Jaff or the Princess of the Brave, ji orîjînalê di 16 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 8 adar 2019
  3. http://www.kurdica.com/News-sid-Adela-Khanum-464.html
  4. Personalities in Kurdistan, June 1919. Civil Commissioner's Office, Baghdad