Serhildana Rojavaya Kurdistanê

(Ji Şoreşa Rojava hat beralîkirin)

Serhildana Rojavaya Kurdistanê ew serhildan e ku di 2012'an de li Rojavaya Kurdistanê dest pê kir. Destpêka wê bi bidestxistina rêveberîya bajarê kurd ê Kobanê re di 19 temmuzê de ya. Konseya bilind, bi levgihiştina hêz û partiyên kurd re li Hewlêrê hat temenê wê bi "peymane Hewlêrê" re hat avêtin û ava kirin. Piştre bi navê "Lijneya bilind a kurd" bidest karê xwe kir. Hêzên Parastina Gel YPG jî, weke hêza parastina rojavaya Kurdistanê ya artêşî demezrandina xwe danezand.

Kurdên rojavaya Kurdistanê, bi rêyên demokratikî li hemû herêmên xwe dest danîn li ser rêveberîyên herêmî. Heta ku ji wan hat nehiştin ku xwîn ji wan û ji yên li hemberê wan birijie. Lê hin komên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiyê hildidan, çûne li ser kurdan de girtin û bi dehan ji wan li Helebê û li hin deverên din qatilkirin. Kurdan ji rewşa aloz ya ku li Sûriyê pêk dihat sûd wergirtin û pey re pê de pê de cih û warên xwe ji dest rejîma Sûriyê derxistin û hemû sazî û rêxistinên dewletê xistin bin konrtola xwe.

Û ya dîtir jî, dema ku kurdan rêveberiya bajaran bi dest xist, dest bi avakirina pergala xwe ya perwerdehiyê kirin. Bi dehan dibistanên heyî yên ji rejîmê mabûn, ji bo perwerdehiya zimanê xwe xebitandin. Bi vî awayî saziyên civakî ên wek meclîsên gel û malên gel ava kirin. Bi vê rengî êdî pergala xwe ya civakî û parastin û perwerdekirinê xurt kirin.

Sedemên bingehîn biguhêre

Li tevahiya Sûriyê qasî 2 mîlyon kurd dijîn û evya sedî 10% a gelhê Sûriyê dike. Ji ber ku Kurdistanê piştî 1'mîn şerê cîhanê kirin çar perçe, pirraniya kurdên Sûriyê li bakurê dewleta Sûriyê dijîn. Di bin axa kurdan de çavkaniyên petrolê yên herî mezin ên dewletê hene.[1]

Serhildana Qamişlo biguhêre

Ji sala 2004'an û pê de li Qamişlo, bajarê herî mezin ê kurdên rojava, gelek serhildan pêk hatin. Di sala 2004'an de li Qamişloyê serhildanên ewil ên li dijî rejîma Esed destpê kirin. Di çarçoveya maçeke futbolê de alaya kurdan hate hildan û komên ereb û polîsan êrîşî komên kurd kirin. Bi vê yekê stadyûm wergeriya meydana şerê. Di encama ew êrîşên hov de qasî 100 kes - ku pirraniya wan kurd bûn - jiyana xwe ji dest dan. Ji wir û pê de şerên di nava kurdan û polîsên ereb berdewam kirin. [2][3]

Zext û zordariyên rejîmê li dijî kurdan biguhêre

Ji roja ku rejîma Be's bû desthilatdarê Sûriyê, mafên kurdan hatin binpêkirin û dewletê zext û zordariyên giran li gelê kurd kir. Lewra antîpatiya kurdan li dijî rejîmê ji demeke dirêj ve hebû û hê jî heye. Rejîma Sûriyê hebûna gelê kurd înkar dike û bi sedhezaran kurd - tenê ji ber kurdbûna wan - bê nasname hatin hîştin û ti mafê wan ê hemwelatiyê tine bû. Heta, kurdên ku xwediyê axa xwe bûn di resmiyetê de wek biyanî dihatin dîtin. Hebûna kurdan bi tevî çand û zimanê wan him tine hat hesibandin, him jî hat qedexekirin. Rejîmê hewl da ku dawiyek li vê zext û zordariya xwe ya li dijî kurdan bîne û got wê mafê hemwelatiyê bide kurdan, lê ji 150.000 (sedî û pencî hezar) kurdên biyanî tenê 6.000 (şeş hezar) bûn xwediyê hemwelatiyê, û yên din hê jî di bin zext û zordariya rejîmê de bûn. Û qedexeya li ser çand û zimanê kurdî hê jî berdewam dikir.[4]

Kurd û şoreşa Sûriyê biguhêre

Di destpêka şoreşa Sûriyê de kurd (wek mînak di xwepêşandanan de) pirr nedihatin xuya. Du sedemên bingeh hebûn: Ji aliyekê ve Tirkiyê ji serî ve alîkariya opozîsyonê dikir. Ji aliyeke din ve, temsîliyeta gelê kurd di nava Konseya netweyî ya Sûriyê de tine bû.[5] Di vê mijarê de serokê partiya Yekîtî wiha digot: "Rejîm hewl dide kurdan notrî bike. Rast e, rejîm qasî ku êrîşî herêmên ereban dike naçe ser herêmên kurdan. Lê li vir jî aktîvîst têne girtn".[6]

Li gorî Ariel Zirulnick, endamê Christian Science Monitor, kurd (û xiristiyanên Sûriyê) di destpeka şoreşê de ji ber sedemekê nexwestin werin xuya: Ew nedixwestin bibin encama êrîşên rejîma be's - ya ku li Îraqê bi bombeyên kîmyewî êrîşî kurdan kiribû.[7]

Bidestxistinên li Rojavaya Kurdistanê biguhêre

Avakirina rêveberî û desthilatdariya kurd biguhêre

  Gotara bingehîn: Rojavaya Kurdistanê
 
Zalgeha PYD'ê li Efrînê.
 
Alaya Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavaya Kurdistanê (TEV-DEM)

Kurdan piştî ku destdanîn li ser rêveberiyên bajarên xwe êdî dest bi avakirina rêveberiya xwe kirin. Li Kobanê, Efrîn, Dirbesipiyê û hwd, li hemû navçe û bajarokên kurdan, kurdan piştî ku li herêmê alozî çêbû, dest danîn li ser rêveberiyên li van bajaran. Li herêmê, bi teybetî, saziyên dewletî ên rejimê bidest xistin û ew saziyên rejîmê xistin di bin kontrola xwe. Dibistanên ku heta wê demê, kurd tê de dihatin bişavtin, piştî ku kete destê gel, perwerdehî jî bi zimanê kurdî hat destpêkirin.

Avakirina pergala perwerdehiyê biguhêre

Piştî başûrê Kurdistanê, ev herêm bû duyemîn herêma kurdan ku kurdan lê dest bi perwerdehiya bi zimanê xwe kirin. Hemû dibistanên rejimê ên li herêmê hatin bidest xistin û zimanê perwerdehiyê li dibistanên herêmê bû kurdî ku bi dehan salan li seranserê Sûriyê hatibû qedexekirin.

Piştre jî, demek dirêj tevê têv neçû, kurdan bidest kurs û azmûnên mamostetiyê kirin û bi sedan mamosteyên ku wê zaroyên kurdan perwerde bikin, ji nav maweyek perwerdehiyê re derbas bûn. Van mamosteyan jî bidest perwerde kirina zaroyên kurd kirin. Bi wê re jî li herêmê saziyên bingehîn yên perwerdeyê û hin saziyên dî yên têkildarî perwerdehiya gel in jî hatin damezirandin.

Pergala civatî hat avakirin. Kurdan li her herêmê, "Meclisên Gel" ava kirin. Li herêmê, ji çi qas komên civakî hebûn, nûnerên wan li ser navê koma xwe yên civakî, li meclîsan de cihê xwe girtin. Bi vê yekê ve, rêxistina li ser saziyan berdewam kir. Lê di wê navberê de jî, komên ku ji alikariya dewleta Tirkiyê hatibûn biçekkirin û lewma jî hin bûyaran rûdan. Ji bo ku temenê statûbûna kurdan û rêveberî û bi rêxistinbûna wan ji holê were rakirin, Tirkiye ket nava hewldanan.

 
Rûniştvanên Efrîne xatir ji şehîdekê xwe dixwazin.

Avakirina pergale parastinê biguhêre

  Gotara bingehîn: YPG

Piştî ku kurdan li herêmên xwe dest danîn ser rêveberiyên herêmên xwe, piştre bidest avakirina hêzeke parastinê ya li herêmê kirin bi armanca parastinê kirin. Bi vê yekê û armancê YPG û ankû "yeknîneyên parastina gel" hat avakirin ji bo armanca parastina herêmê. YPG´ê, piştî ku xwe denezand got ku "em ne girêdayî tu partiyê ne. Em hêza parastina herêma Kurdistanê ne." Piştre, li Kobanê, Efrîn û Dirbesipîyê di serî de, li hemû navên herêmî ên kurdan tabûr û toxayên leşkerî bo parastinê hatin avakirin.

Ji hebûna leşkerî ya YPG, di serî de, Tirkiyê pirr bi ne rehet bû. Bi vê yekê, her timî, bidest hewldanên dijî wê kir. Her timî dixwest ku li herêmên kurdan, li dijî vê bertekekê bide nîşandin. Bi vê armancê, çend partiyên ku ji xwe re digotin "em partiyên kurd in" ên bi navê "partiya Azad" û hwd, xwest ku bidestê wan wê hêza kurdan reş bike. Ev partiyên ku digotin partiyên kurd in, girêdayî Tirkiyê û mûhabarata wê kar dikirin li herêmê di nava kurdan de.[çavkanî hewce ye] Her wusa komên weke çeteyan ku ji xwe re digotin "tebûra salahdin" jî weke wê, bi muhabarata Tirkiye re kar dikirin. Li dijî kurdan ev di nava hewldanê de bûn û bidestê van hêzên li Helebê li herêmên kurdan ên weke Eşrefiyê û Şêx Maqsûd jî, bi destê bi dehan kurd hatina qatilkirin. Bi van koman re komên weke çete ên ku ji nava tirkmenan hatibûn bi rêxistinên kirin komên weke çete û bi çek ku di bin serkêşiya "Omar Dedixî" [8] ku bi ferman Tirkiyê herîşî herêmên kurdan ên weke Qastelê dikirin jê derdiketin li holê. Her wisa, bi destê dewleta Tirkiye, hin komên çekdar ên ku hinek ji wan kurd bûn di bi navê "Tabûra Salahadin" de jî li dijî kurdan û statûyan bi rêxistin kir. Bidestê vê hêzê jî, komkujiyên li taxên Eşrefiyê û Şêx Maqsûd pêk anîn. Di van komkujiyên ku li van herêman bidestê vê hêzê hatine kirin, bi dehan mirovên kurd hatine qatilkirin. Hem Çeteya "Omar Dedixî" û "Tabûra Saladin" jî girêdayî artêşa Tirkiye û fermandarîya wê ne û li dijî kurdan û statûya wan û yekîtiya wan şer dikin. Selahedinê Eyûbî, serokekî kurd e. Navê wî di navê "Tabûra Saladin" de hat bikarhanîn, bo ku kurd pê bawer bikin û di nav de cih bigirin. Bi taybetî jî, mirovên oldarên kurd ên misilman, di armanca avakirina komên bi vî rengî de bûn.

Xebatên rêveberiya demî ya Rojava biguhêre

DI 10'ê cotmeha 2013'an de bi beşdariya pêkhateyên kurd, ereb, çeçen û xiristiyan civînek ji bo rêveberiya demî ya Rojavaya Kurdistanê hate lidarxistin. Wek encam meclîsek ji bo xebatên rêveberiya demî ya Rojava hate avakirin.

Ev nîqaş û nirxandinên li ser projeya rêveberiya herêmî ji aliyê PYD’ê ve hatibû pêşkêş kirin. Meclîs ji 82 endamên ji nûnerên kurd, ereb, çeçen û xiristiyanan pêk tê.

Li gorî vê, li ser projeya PYD’ê ku herêmên Rojava wekî 3 herêmên kanton (xweser) diyar dike nîqaş meşandin. Ji neha bişunde ev meclîs wê amadekariyên avakirina rêveberiya herêmî bike. Li gorî projeyê, herêmên Rojava dê wekî herêmên kanton ên Efrîn, Kobanê û Cizîrê bên destnîşankirin: Her herêmeke kanton wê meclîsa xwe ava bike û di meclîsa giştî de bê temsîlkirin.

Meclîs wê xebatên îlankirina rêveberiya demî û amadekariyên hilbijartinan bike û bi pirsgirêkên parastin, siyasî û aborî re mijûl bibin.

Bertekên Tirkiyê li dijî pêşketina statûya kurdan biguhêre

 
Rojavaya Kurdistanê, 2014
 
Rojavaya Kurdistanê, 2015
 
Rojavaya Kurdistanê, 2016

Piştî ku kurdan desthilatdarî li herêmên xwe kirina destê xwe de û bi dest avakirina reveberîya kirin, serokwezirê Tirkiyê Tayyip Erdoğan bixwe derket ber çapameniyê û got ku "em li ber wê bêdeng nasekinin. Em destûrê nadin ji pêkhatinekî, em jêre nabêjin eywellah"[çavkanî hewce ye]. Bi wê yekê, li ser van gotinên wî, hemû saziyên kurd hem yên bakûrê Kurdistanê û hem jî ên beşên din ên Kurdistanê bertekên xwe li dijî gotinên wî dan nîşandin.

Piştî wan gotinên Erdoğan, Tirkiyê artêşa xwe herikand li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re. Li ser sînor da rawestandin. Li ser wê herikandina artişê ya li ber sînor, bû mijare nîqaşan di qada navneteweyî de. Pişt re, berdevkê înformasyonê ê amerîkî Victoria Nolan bixwe jî derket pêşiya çapameniyê û got ku "heya me ji tiştekî wilo nîn e."[çavkanî hewce ye] Piştre rayedarên din ên amerîkî gotin ku "em rast nabînin ku rewşa sûrî zêde bileşkerî bikin."[çavkanî hewce ye] Bi van gotinên rayedarê amerikî, hat şîrovekirin ku Amerîka destûrê nade desttêwerdanê û naxwaze Tirkiye bikeve nav şerê navxweyî yê Sûriyê. Lê Tirkiyê li ser komên çekdar re li herêmê jî, her timî di nava tevgeriyê de ma û xwest ku rewşê nearam bike.

Hewldanên herikandina şer li Rojavaya Kurdistanê biguhêre

  Gotara bingehîn: Xwepêşandinên roja îniyê

Piştî ku kurd li rojavaya Kurdistanê bi rêveberî û sîyesî serdest bûn, Tirkiyê di serî de welatê herî zêde ku ji wê nexwezşîya xwe hanî ser ziman bû. Ji ber vê yekê, hewldanên, herikandina li ser û pevçûnan li wê herêmê da destpêkirin li ser hin komên ku wê bi rêxistin kirin. Bi wê pevçûnên ku bibin, wê dixwest ku pêşî li avakirina temenê statûya kurdan were girtin. Piştî ku ev hewldan bi ser neketin, piştre Tirkiyê bi destê van komênan li herêmên weke Qamişlo, bomba dan taqandin. Bi wê re jî, li ser televîzyonên erebî ên weke "Elcizîre" û "Elerebiye" re dan nîşandin ku li wir jî şer li dijî rejimê dest pê kiriye. Bi vî rengî propaganda hatin kirin.

Lê kurd, ne alîgirê şer bûn. Kurdan hertimî xwest ku bi danûstandin û diyalogê pirsgirêk werina çareserkirin û şer neqewimê. Bi vê yekê û rengê kurdan helwesta xwe dan nîşandin. Bi vê helwestê kurdan, ne li aliyê artêşa azadî bi çekdarî ketin şer de û ne jî li aliyê rejimê man. Lê bi xwepêşkandinên xelk, hem tekoşîna xwe dan meşandin û hem jî bertekên xwe dan nîşandin.

Li herêmên kurdan, her rojê înê, piştî nimêja Înê, kurdan dadiketina qadan û xwepêşandinên xwe hem li dijî rejimê û hem jî ji bo mafê xwe yên xwezeyî û azadiya xwe li dardixin. Bi vê yekê û armancê, hemû herêmên rojavaya Kurdistanê, xwepêşandin li darxistin.

Wekî din, gelek

Rewşa Alîkarîya bo Rojavaya Kurdistanê biguhêre

Piştî ku kurdan, li rojavaya kurdistanê desthilatdarî û rêveberîya hêrêmên xwe kirina destê xwe de, BI teybetî tirkiya, komên çete ên çekdar bi rêxistin kirin û şandina biser herêmên kurdan de. Bi vê yekê û armancê, bi teybetî Serê kahniyê bo navenda şerê wan komên ku tirkiya dişêne li herêmên kurdan ên rojava û hêzên kurd ên bi navê YPG´ê. Serê kahniyê, bajarekî kurdan, ku di sale 1923´an de ku dema ku sînor hatina xîzkirina de, di nîvê wê de sînor hatibû xîz kirin. Nîvê li bakûrê kurdistana ku di nava sînorê tirkiyê de maya û nêvîyê din jî di nava rojavaya kurdistanê û ankû li aliyê sûrî maya. Aliyê Sûrî, bi navê xwe yê berê weke "serê Kahniyê hatîya navê xwe domandiya. Lê navê beşa li bakûrê kurdistanê ku di nava sînorê tirkiya de maya jî, bi navê tirki lê hatîya kirin û jê re hat gotin "Ceylanpinar".

JI ber vê yekê, navenda Serê kahniyê dikeve nêzî sînorê tê gotin sînorê tirkiya û sûrî. Ji vir ve tirkiya komên çekdar bi rêxistin dike û dişêne bi ser kurdan de. Lê li serê kahniyê di dema ku rejima baasê serdest bû, bo ku domografîya wê biguharêne, hin aşîrên arab jî hanîn û li herêmê bicih kirin. Ji ber vê yekê, nûha jî, ew aşîrên arab li wir in û komên çekdar jî, bi teybetî di dema şerê bi kurdên rojava de hertimî dixwezin ku ji wan sûd bigr in. Tirkiya jî, hin aşîrên wê xwestîya buke dij kurdan û bi kurdan re bide şer kirin. BI vê yekê, bi wan re di têkiliyê de ya.

Tirkiya, ew rewş hemû li dijî kurdan bikarhanî. Ne hişt ku alîkarî ji bakûrê kurdistanê, bi buhurê li kurdên rojava. Lê saziyên kurdan ên bakûrê kurdistanê jî, di nava xwe de hertimî koman ava dikin bo ku alikariyê bidina hevdû bigihinênina li rojava. Tirkiya, giranîya xwe bi zorê bikar dihêne û bo ku desthilatdarîya başûrê kurdistanê jî derîyê sînor li kurdên rojava bide girtin. rêveberîya başûrê kurdistanê derîyê sînor girt û têl li ber sînor kişand in. Lê gelê kurd ên başûrê kurdistanê û hem jî ên bakûrê kurdistanê û her wusa kurdên rojavaya kurdistanê, li dijî wê helwesta desthilatdarîya başûrê kurdistanê gelek xwepêşandinên girseyî li darxistin. Piştî wan xwepêşandinên girseyî, êdî rêveberîya başûrê kurdistanê ya kurd jî, neçar ma ku derî vebike. Lê dîsa bi astangîya sînor danî li pêşîya buhurîn û çûyîna kurdan a ji başûr li rojava û ji rojava li başûr. Girtina sînor ya di nava kurdên rojava û başûr de a ji aliyê rêveberîya kurd a başûr ve herî zêde kurdan xamgîn kir û êşand. Bo vê yekê, kurdan hişk berteka xwe da nîşandin. Kurdan, ji wê sînor girtina başûrê kurdistanê re gotina "Ambargo" bikarhanî. Jê re gotin ku "ev ambargo ya". Lê ne kurdên başûrê kurdistanê û ne jî kurdên rojavaya kurdistanê ew "rewşa ambargo" nasnekirin û li dijî derketin.

Li rojavaya kurdistan, "Heyva Sor a Kurdistanê" hat demezrandin. Heyva sor a kurdistanê´ bo ku alikariyê ragihihêne rojavaya kurdistanê, ket nava hewldanan de. Bangî alikariyê hem li welatê cihanê û hem jî li hemû kurdan kir. Li Cihanê jî, li ber krîza zad û xwarinê a ku piştre li rojavaya kurdistanê derket, cihan hemû bêdeng ma. Deng ji saziyên navnetewî û welatên ewropî û ên herêmê derneket. Vê yekê jî, kurdan pirr êşand.

Li rojavaya kurdistanê, alikarîya ku dihê radigihandin li rojava, car bi car ji aliyê komên çete ên bi çek ên ku tirkiya şandina li herêmê ve rastî hêrîşê hatîya. Ev jî, weke politikaya tirkiya ya li dijî kurdan hat ser ziman. Kompanyên alikariyê li başûr, bakûr û beşeên ên kurdistanê û id nava kurdên di dîyaspora de jî hatina dest pê kirin. Bi vê yekê, hem bo ku ew bi tenê nemênin û hem jî ku alikarîya jîyane wan were kirin, kompanya hatina dest pê kirin. Lê tirkiya jî, bi şandina komên çekdar li ser kurdan re, di xwezê ku nearamîyê di nava wan de bide çê kirin. Bi vê yekê, ew statûya kurdan ku kurdan li wir bidest xistî û temenî wê afireî bo ku ji holê ra bike.

Herêmên ku ketin bin kontrola kurdan (25.05.2016) biguhêre

 
Kantonên Rojavaya Kurdistanê, 2014

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "CIA – The World Factbook". CIA. Ji orîjînalê di 29 kanûna pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 sibat 2012.
  2. ^ Brandon, James (21 sibat 2007). "The PKK and Syria's Kurds". Terrorism Monitor. Washington, DC: The Jamestown Foundation. 5 (3). Roja gihiştinê 1 sibat 2012.
  3. ^ Isseroff, Ami (24 adar 2004). "Kurdish agony – the forgotten massacre of Qamishlo". MideastWeb. Roja gihiştinê 16 sibat 2012.
  4. ^ "Minority Kurds struggle for recognition in Syrian revolt". The Daily Star Lebanon. 31 adar 2012. Ji orîjînalê di 1 çiriya pêşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2012.
  5. ^ Weiss, Michael (16 çiriya paşîn 2011). "New Republic: Will Kurds Determine Syria's Fate?". NPR. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2012.
  6. ^ Erlich, Reese (27 çiriya pêşîn 2011). "In Syria, Kurds Split Over Support for Assad Regime". Pulitzer Center on Crisis Reporting. Ji orîjînalê di 10 kanûna paşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 sibat 2012.
  7. ^ Zirulnick, Ariel. "Who backs Syria's Assad? Top 4 sources of support". The Christian Science Monitor. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2011.
  8. ^ Koma çekdarî ku bi aslê xwe tirkmen Tirkiye da hêrîşkirin li ser gundê kurd ê Qestelê [girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve biguhêre