Xwepêşandinên roja îniyê

Xwepêşandinên di her rojên Înê de ku bo maf û azadîya xwe kurdan li dar dixistin, Her rojêîn înan kurdên piştî nimêjên rojên Înê, dadiketina qadan û li dar dixistin. Di xwepêşandinên xwe de doza mafê xwe dikirin û bi dirişman, mafên xwe diqêrîn. Bi vê yekê, her roja Înê, her xwepêşandina ku li dar dixistin, navek lê kirin. Minaq, "îna mafê zimanê dayikê", "Îna li nirx û azadîya xwedî derketinê" û hwd, jî hebû. Bi rengî, nav jî li rojên xwe yên înê ên xwepêşandinê kirin.

Piştî ku şerê li navxweyî ê li sûrîyê destpê kir, piştre gelek mirovên kurd jî hatina qatil kirin. Gelê kurd, bo ku bersivên girseyî bidina rejimê û komkujiyên wê jî, piştî her komkujiyê bi heman rengî daketina qadan û xwepêşandin li darxistina û komkuji şermazar kirina. Bi vî rengî kurdan bersivên komkujiyên rejimê didan.