Şerafettin Kaya (jdb. 1929 li Gimgim, Mûş, Bakurê Kurdistanê) parêzer, mamoste û yek ji çalakgerên mafê mirovan ên Kurd e.

Jînenîgarî biguhêre

Kaya wekî mamoste li parêzgeha Mûş a Kurdistanê û Enqere ya Tirkiyê xebitiye. Piştî perwerdeya xwe ya dadê dibe parêzer û ji xwe re li Amedê bûroyek vedike. Ew di nava salên 1971 - 1974î de berevaniya kurdperwer û çepgiran dike. Sala 1976î ew jî tevlî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya kurdperweran dibe û di damezrandina rêxistina Rizgarî de cihdigire.

Ew bo demekê dirêj parêzerî û têkoşîna xwe ya legal bi hev re didomîne. Serokatiya baroya parêzgeha Mûşê dike. Bi hatina cûntaya artêşa Tirk a sala 1980î jiyana wî jî dikeve xetereyê. Ji aliyê hêzên ewlakariyê ya cûntayê tê girtin û di gelek zîndanan de dimîne.

Sala 1982î bi dizî derdikeve derveyî welêt û li Almanyayê dibe penaber. Li Almanyayê serpêhatiyên xwe (bi taybetî yên derbarê Zîndana Amedê de) diweşîne û raya giştî ya cîhanê bi êşkenceyên li Kurdistanê dibin, dide hişyarkirin. Ji ber ku ew bi xwe dadnasek bû, ji aliyê dadgehên Almanya ve wekî pispor tê naskirin û li ser daxwaza dadgehan sûd ji şêwirmendiyên wî tên girtin.

Berhem biguhêre

  • Diyarbakır - Erfahrung in einem türkischen Kerker / Amed - Serpêhatiyên li êşkencexaneyeka Tirkan, Verlag Edition CON, Bremen 1984, ISBN 3-88526-135-9