Şemdîn Axa yan jî Şemsettîn Axayê Redkî, di belgeyeke Osmaniyan ya sala 1781an de wek serokê eşîra Redkî derbas dibe. [1] . Wexta ku eşîra redkî li Rewanê bû, paşnava vê malbatê Şemseddînov bû. Di sala 1780î de Îshak Paşa raporekê dewletê re dişîne û ji wan daxwaz dike ku eşîra Redkî ya li Rewanê dijî û serokê wê Şemdîn bînine nav sînorên Osmaniyê. [2] . Qîzeke Şemdîn Axa, jina Hiseyîn Xanê Xanê Rewanê bû. Ji vê qîza wî Gulam Alî hate dinê. Gulam Alî piştî bavê xwe bû Xanê Rewanê. Lê ji ber ku Gulam Alî xwarziyê kurdan bû, ermenî û gurciyan ew di sala 1783an de kuşt û birayê wî yê ji wî biçûktir ê diya wî gurcî Mihemed kirine xan. [3] Mihemed Xan, piştî ku dibe xan, di sala 1785an de nîşana fermî dide Ahmed Xanê Redkî û Mîrza Axayê Sîpkî. Ahmed Xan li Rewanê, Mîrze Axa li Makoyê dima. [4] Şemdîn Axa, bavê Hiseyîn Axayê Çongdeve û Elî Axa yê bavê Gulî Cewer Axa ye. Piştî mirina Şemdîn Axa, Hiseyîn Axa serokatiya redkiyên li Qersê, Gulî Cewer Axa jî serokatiya yên li Rewan û Îdirê dike. Di belgeyeke rûsan a sala 1847an de dibêje: "Cafer Axayê Redkî, wek serokê hemû kurdên misilman ên di nav sînorên rûsan de hate qebûl kirinê". [5]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ [Belge:Başbakanlık Osmanlı Arşivi, Cevdet Tasnifi Dahiliye, 305/15208. 1781]
  2. ^ [Yakup Karataş, Beyazıd Sancağı ve İdarecileri (1700-1914.]
  3. ^ [Kuruluşundan bu güne Rewan şehri: https://redkani.blogspot.com/p/rewan-sehrinin-tarihi.html?m=1]
  4. ^ [Kuruluşundan bu güne Rewan şehri: https://redkani.blogspot.com/p/rewan-sehrinin-tarihi.html?m=1]
  5. ^ [Belge 1847, Redki aşiretinden Cafer Ağa bütün Müslüman Kürtlerin Liderliğine Seçildi, https://redkani.blogspot.com/2019/06/redki-asiretinden-cafer-aga-butun.html?m=1]