Gulî Cewer Axa, yan Begê Cewer Axa yan jî Begê Mezin (z.1806, m.1877) neviyê Şemdîn Axayê serokê eşîra redkîye [1]. Piştî mirina kalikê xwe, ew bû serokê yên li Rewanê, apê wî Hiseyîn Axayê Çongdeve jî bû serokê yên li dora Qersê. Gulî Cewer Axayê serokê redkiyên li sovyetê, di sala 1847an de wek serokê kurdên misilman ên li sovyetê hate qebûl kirinê. [2] Gulî Cewer Axa û eşîra wî bac nedidane dewletê, herêma wan xweser bû. Lê di şeran de bi artêşa xwe ya ji kurdên herêmê pêk dihat ve alîkariya dewletê dikirin. Gulî Cewer Axa jî bi payeya xwe genereliyê ve serokatiya vê artêşê dikir. [3] Ji sala 1839a heta 1877-78an Rûsya li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Qefqaz de bi piştgiriya kurdên ji eşîrên Sîpkî (yên Êzdî) Celalî û Redkî ve li Qers, Bazîd û derdorên wî birêve dibir. Li gorî agahiyê albûma Xaka Efsûnan di arteşa Rûsan de hejmara kurdên siwarî gihîştiye 500 kesî. Gulî Cewar Axayê Elî Begê xudanê malbeteke pir mezin bûye û li gundê Parnavût a Îdirê jîyan kiriye (merzelê wî li gundê Kolî ya Îdirê ye). [4] Çawa di belgê wî yê fermî da tê xuya kirinê çar jinê wî hebûne: Mexrêyîp xanim, Siltan xanim, Cewad xanim û Xanê xanim. Ji Jina yekem - kurê wî Seyîd - Axa (Eyûb Paşa) ku sala 1833an ji dayik bûye û qîza wî Zerê xanim, ji jina wî ya duyem kurê wî Eleşref Axa (Eleşref Beg) ku sala 1849a ji dayik bûye û qîzên wî Nenê xanim, Têlî xanim, Kûşey xanim, Gûney xanim. Ji jina wî ya çarem Xanê xanimê kurên wê Ehmed Axa (1865), Mehmûd Axa (1869), Memed Axa (1877) û qîzên wî Xezal xanim (1871), Seyrê xanim (1873) hebûne. [5] . Rû spiyê Gulî Cewer Axa, Feqî Hesen ê ji eşîra Redkî bavê Kumkî Mala Şemê bû. Dengbêjê wî jî Erebê Ahmed ê ji heman eşîrê bû [6].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ [Belge:Başbakanlık Osmanlı Arşivi, Cevdet Tasnifi Dahiliye, 305/15208. 1781]
  2. ^ [Belge 1847, Redki aşiretinden Cafer Ağa bütün Müslüman Kürtlerin Liderliğine Seçildi, https://redkani.blogspot.com/2019/06/redki-asiretinden-cafer-aga-butun.html?m=1]
  3. ^ [Ahmedê Gogê, Dengê Kal Bavê me, Rewan, 1997.]
  4. ^ [Xaka efsûnan: kûltûra kurdan bi çavên lêkolînerên rûs, ji aliyê Gazprom Neft ê di sala 2015an de çap bû.]
  5. ^ [Ji arşîva malpera Êla Redkan.]
  6. ^ [1]