Hiseyîn Axayê Çongdeve

Hiseyîn Axayê Çongdeve (b.? m.1842) kurê Şemdîn Axayê (b.1750, m.1807) serokê eşîra redkîye. Beşeka eşîra Redkî li Rewanê dijiya û ev herêma di bin destê Rûsan de bû. Vê malbatê li wir ji ber bapîrê xwe Şemdîn Axa, paşnava Şemseddînov hildabû. Di çavkaniyên Rûsan de ev malbata wek Kurdên Şemseddînov derbas dibin [1]. Piştî mirina bavê xwe Şemdîn Axa, Hiseyîn Axa dibe serokê eşîrê [2]. Di pirtûka Mele Mahmûdê Bazîdî ya bi navê Camî'yê Rîsaliyan û Hîkayetan bi zimanê kurmancî' de, di derheqê Hiseyîn Axa de du çîrok hene [3]. Her wusa di pirtûka Seydayê Tîrêj ya bi navê Serpêhatiyên kurdan di derheqê Hiseyîn Axa de çîrokek heye [4]. Hiseyîn Axa di sala 1842an de li Qaqizmanê gundê Kêrsê dimire û wî gundê Pifika Şêxa ya ser bi Qaqizmana Qersê çal dikin. Di sala 1960î de di erdhejekê de merzelê wî yê wek kumbetan xera dibe. Piştî mirina wî, kurê wî Şemdîn Axayê Piçûk dibe serokê eşîrê. Sirmelî Memed Paşa yê ku Evdalê Zeynikê dengbêjê wî bû, xwarziyê Hiseyîn Axa ye.[5]

Di kilameke Evdalê Zeynikê de Hiseyîn Axa

biguhêre

Ey mîr Hayde bavo... Axayo de siyar be, Mîrê min siyar be, Ji siyara siyarekî rindî karîbar be. Di ser dilbijûyê Erebî hûr da xar be, Di wêrana Deveboynê da xar be, Şayol li milê teyî rastê ye, nêzîk e Lêxe, di Sînega Êzdiya ra Di Çemçê ra, di warê Huseyîn Axa de xar be, Li ber derê Gulî Cewar Axa, Axayê Torina Kose û Huseyîn Axayê Çongdeve peya be, Fîncanek qawe vexwe, Bira can û bedena te belav be, Bira ji bona kekê min zewq û şîfa be...[6] .

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ [Averyanov, P. İ. (1900). Kurdy v Voynakh Rossii s Persiyey i Turtsiyey. Tiflis: Tipografiya Ştaba Kavkazskogo Voyennogo Okruga]
  2. ^ [Yakup Karataş, Beyazıd Sancağı ve İdarecileri (1700-1914.]
  3. ^ [Mela Mahmûdê Bazîdî, Camî'yê rîsaliyan û h'îkayetan bi zimanê kurmancî]
  4. ^ [Tîrêj, Serpêhatiyên kurdan, 1992, Şam ]
  5. ^ [Belge: Başbakanlık Osmanlı Arşivi, HAT. 1/18-C 8 Temmuz 1820 ]
  6. ^ [Ahmed Aras, Evdalê Zeynikê, weşanên Nûbihar, 2019.]