Şablon:GH/2017/7
Mihemed Şêxo (jdb. 1948 − m. 9ê adara 1989an) hunermendekî kurd bû. Hunermendê kurd mehelmî ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948an de li Başûrê Rojavayê welat, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs mehelmîe. Di zarokatiya wî de malbata wî koçberî dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê.
Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972an de bi hinek hevalên ji xwe rê bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike.
Mihemed Şêxo di sala 1973an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din rê saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçav kirin. Li ser wê yekê carek dîn berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana ji Başûr rê ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988an de gelek berheman diafirîne.
Mihemed Şêxo di 9ê adara 1989an de çû li ser mafeya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin. (bêhtir…)