Mûniştin
Mûniştin

Hêkî, mûnişte yek ji karên destan (destkarî) yên herî kevn e. Mûniştin an ristina cilûbergan li Kurdistanê jîndar û navdar e. Mûniştina gore, destane (destgork, lepik), fanêle, stûpê, şalgerdan ûêd roj bi roj kêmtir be jî, hêj heye.

Dîroka mûnişteyan (hêkî) bi qasî ya mirovahiyê kevn e. Berê mirovan ji çermên ajalan, riwekan, cilûbergên xwe çêdikirin. Bi pêşketina kedîkirina ajalan û xwedîkirina wan ve, destpê kirine ji mû, hiriyên wan bendan birêsin û ji wan jî kincan çêbikin.

Zanist rêça mûniştinê heya Asya nêzîk, angi rojavayê Asyayê dişopînin. Gorî zanîna îro mûniştin, ji cihê ku Kurdistan jî lê ye, derketiye. Di dest de hin bermahiyên hêkiyan ên ji sedsala 2. heya 3. ku li herêmên Firatê hatibûn vedîtin hene. Dîsa hin bermahiyên ji Misirê hene ku di sedsala 4-6. de hatine çêkirin.

Herwiha li Ewropayê jî ji goristanan nimûneyên mûnişteyan hatine derxistin ku dîroka wan jî digihê sedsala sêyemîn. Tê texmînkirin ku, mûnişteyên berê bi du şîşan dihatine çêkirin. (bêhtir…)