Malpolon insignitus ê keske
Malpolon insignitus ê keske

Mar (Serpentes), binekomeka xijendeyan e. Mar bi reng û cureyên kirasên xwe tên veqetandin. Kirasê maran ziwa ye û ji bo gihîştinê pêwîst e hin caran kirasên xwe ji xwe dikin. Sê girêdanên dilê maran hene. Diranên wan berepaş ve xwar in. Hinek mar bijehre in. Ji bo germahiya laşên xwe pirranî di germa rojê de derdikevin nêçîrê. Zivistanê di binerdê de nîvtevizî derbasdikin. Bi xwarina ajalên biçûk dijîn. Hin cureyên maran nêçîra xwe berê dixeniqînin, paşê dadiqurtînin.

Ji jehra maran hin dermanên bijîşkiyê çêdibe. Dema dadiqultînin jî dikarin bêhna xwe bigirin. Bi hestiyên li ser çena xwe pêlên erdê guhdarî dikin û dibihîsin. Hin cureyên mara germa nêçîra xwe dibîhîsin û bi alîkariya vê xeysetê dikarin bi şev jî nêçîrê bikin. Mar bi hêkan diwelidin.

Hema hema di hemû çandan de mar ajalekî mîtolojîk e. Di mîtolojiya Kurdan da jî marê mezin bi navî ejdî û marê reş cîhekî igiring digire. Di nav Kurdan de baweriyek heye ku mar dikanin aşiqa mîrovan bibin. Meseleyên marên aşiq li Kurdistanê pir tên gotin. Gorî baweriye ku marek, bi taybetî jî marê reş, aşiqa merivan be ji merivan nagere tim li şope merivan çexdibe û zerarê nade merivan. (bêhtir…)