Albert Einstein,(1947)
Albert Einstein,(1947)

Albert Einstein zanyarê fizîkê ye. Wekî damezrandinêrê Teoriya îzafiyetê tê nas kirin. Einstein di 14ê adara 1879an de li Ulmê wekî zarokekî malbateke cihûyên Almanya ji dayik dibe. Bavê wî endezyar e, lê belê mirovekî dewlemend nîne. Albert zarokatiya xwe li Münchenê diborîne û tevî ku li malê gelekî jîr û hişmend tê dîtin jî, li dibistanê serkeftinên mezin bidest naxe. Di dibistana navîn de ji pergala (sîstem) hîndekariyê ya almanî hez nake, tewer bi mamosteyên ku berovajî wî tevdigerin, dikeve nav pevçûnê. Ji ber van azmûnên pêşwext, Albert dibe dijmin û neyarê meqamên fermî yên almanî. Di sala 1894an de şert û mercên aborî malbata Einsteinî ber bi koçberiyê ve dibe û berê malbata wî dide Mîlanoyê. Lê Eistein li Münchenê tê hiştin da ku hîndekariya xwe temam bike. Einstein bi hinceta nexweşiyê piştre tevî malbata xwe ya li Îtalyayê dibe. Einstein gelekî ji Îtalyayê hez dike û li wê derê, di nava demeke kin de, ji Mîlanoyê heta Cenevreyê 160 km rê bi armanca gerê peyatî dibihûrîne.

Einstein piştre serî li dibistana Polîteknîk a li Zurihê dide. Bi tevî ku di fizîk û matematîkê de xwedî serkeftineke serdest be jî, ji ber ku bawernameya wî ya têr a Dibistana Amadehiyê tune ye, nekare azmûna destpêkê derbas bike û serlêdana wî nayê pejirandin. Ji bo qezenckirina azmûnê, ji bo wergirtina hîndekariyê diçe cîmnazyûma li Aarauyê. Li wê derê gelekî bextiyar dibe. Ew êdî evîndarê Swîsreyê ye; piştre xwe dike hemwelatiya Swîsreyê û di dûmahîka jiyana xwe de careke din qet ji wê derê venaqete. Paşê, dema ku dikeve dibistana Polîteknîkê, profesorên matematîkê H. Minkowski û A. Huntwitz dibin. Her du jî zanyarên pola yekemîn in. Lê belê ne Einstein zêde tiştek ji wan werdigire û ne jî ew li Einsteinî hay dibin.

Dema ku dibe destûrdar ango mezûn dibe, ji bo ku debara xwe bike pêdiviya wî bi karekî çê dibe û wî zorî û zehmetî dikişîne ku karekî peyda bike. Di destpêkê de weke mamosteyê yêdek kar dike û dersên taybet ên fîzîkê dide. Di 1902an de, li Daîreya Patentê ya li Kantona Bernê karekî dilnizm dibîne. Di wan deman de mehra xwe bi Mileva Mariç re dibirre. Ji malbata Einstein du zarok çêdibin. Piştre yek ji van zarokan, di paşerojê de, di Zanîngeha Kalîforniya a li Berkleyê de, dibe profesorekî pir bi bandor yê muhendisiyê. (bêhtir…)