Şablon:GH/2017/14
Wikileaks, damezraneke qazanc-nexwaz e ku ji bo weşandina belgeyên veşartî yên hikûmetan malperekê bikartîne. Herçiqas malpera wê di sala 2006an de dest pê kiribe jî piştî salekî ji 1.2 milyonî zêdetir belge di bingeha daneyê wikileaksê de cih girtiye. Bi giştî, wikileaks nav û navnîşana kesên ku belge şiyandine, aşkera nake. Navenda malperê li Swêdê ye. Navê wê herçiqas bidirûve wîkîpediyayê jî tu têkilî di navbera wan de tûne ye. Ji ber ku navrûbarên wikileaks û wîkîpediyayê wekî hev bûn, navê wikileaks hate hilbijartin. Sedema din a destpêkirina navê wikileaksê ya bi peyva wîkî jî, di destpêkê de li ser malperê guhirandin û bikeyskirin dihatin çêkirin, bû. Belam ji wê demê vir de malper guheriyaye û ew ji bo bikeyskirinê êdî vekirî nîne.
Wikileaks.org di 4ê çiriya pêşîn a sala 2006an de li ser înternetê cihê xwe girt. Belgeya ewilî ya wikileaksê di meha kanûna pêşîn a sala 2006an de hate weşandin. Julian Assange wek rêveber, damezrîner û gotinbêjê wikileaksê hate nîşandan. Ji bilî Julian Assange, rêveberên wikileaksê Sarah Harrison, Kristinn Hrafnsson û Joseph Farrell in.
Wikileaks di tîrmeha sala 2010an de der barê şerê Efxanistanê de ji 76.900î pirtir belge weşandin. Di çiriya pêşîn a heman salî de jî der barê şerê Îraqê de ji 400.000î pirtir belge ji aliyê wikileaksê ve hate weşandin. Ev, pişkinandina herî mezin a der barê Artêşa DYA'yê de bû. Ev diyarkirin bi giştî li ser mirinên şarwerî, leşkerî û şarwerên çekdar bû. (bêhtir…)