Şablon:GH/2017/13
Çîroka du Bajaran, romanek e ku ji aliyê Charles Dickens ve di sala 1859an de hatiye nivîsandin. Mijara wê li ser bûyerên ku di gav û beriya Şoreşa Fransayê de li Parîsê qewimîne, ye. Bi hejmara firotina wê ya li ser 200 milyonê ve ew di nava berhemên wêjeyî yên herî navdar ên hemû deman de ye.
Roman, qala rewşa gundiyên fransî yên ku pêşengiya şoreşê kirine û bi salane ji aliyê torinan ve tehde dîtine, û li hemberî vê jî di salên nêzîk yên şoreşê de havîtiya ber bi torinan ve û manendiyên di navbera civaka wê demê de ne, dike. Ligel van bûyeran, ew jiyana çend karakteran jî qal dike. Charles Darnay û Sydney Carton karakterên herî girîng in. Darnay her çiqas zadeganekî(arîstokrat) fransî bibe jî xwediyê kesayetiyeke dilpak e û ew li ber bindestan e belam ew rastî xişma şoreşê tê. Îcar Carton jî parêzer e û ji jina Darnayê re evîndar e belam ev evîn yekalî ye. Di heman katî de jî ew xwediyê kesayetiyeke xerab e.
Nivîskar armanc kiribû ku behsa êşa hezar mirovên ku bi giyotînê serê wan hatibûn jêkirin û rêzikên monarşiyê ku li derdora welatê kiribûn gola xwîn, bikira. Li hemberî vê jî xelk bi zagonên derew biryara îdamê didan arîstokratan. Yanê yên ku dikuştin, ji vê pê ve dihatin kuştin. (bêhtir…)