Arwînawa

Bajarekî li Kirmaşanê, Rojhilatê Kurdistanê
(Ji Şabad hat beralîkirin)

Şabad[çavkanî hewce ye], Arwînawa[çavkanî hewce ye] an Arûnîawa[çavkanî hewce ye] (bi farisî: اسلام‌آباد غرب‎, lat. Islamabad gharb) bajarek e ku bi parêzgeha Kirmanşanê ve girêdayî ye. Li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev bajar li başûrê parêzgeha Kirmanşanê li Şaristana Şabad bicih e û navenda Herêma Navendî ya Şaristanê Şabad e. Ev bajar bi gelheya 91.248 kesî (bi dûçûna serjimariya 1969ê) ve bajarê duyem yê mezin yê parêzgeha Kirmanşanê ye.

Şabad li ser nexşeya Îran nîşan dide
Şabad
Şabad
Şabad (Îran)

Nijad û gel biguhêre

Nîştecihên vî bajarî kurdin û bi giştî kurdên kelhûr in. Her wisa ev êl û eşîrên kurdan jî dijîn: Goran, Zengene, Lek , Sencabî û şêravend lê xelkê bajarî bi giştî li her dera bajarî eşîrên kelhûr dijîn.

Dîn û ayîn biguhêre

Ekserê xelkê vî bajarî mislimanên şiî ne. Her wisa bawermendên yaresan jî hene ku bi giştî ji eşîrên goran in. Li gel van hinek mislimanên sunî, cihû û mesihî jî dijîn.

Ziman biguhêre

Zimanê bajarê Şabadê zimanê kurdî ye ku bi giştî jî zaravayê kelhûrî. Her wisa zaravayê lekî jî tê axiftin.

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya farisî pêk tê.