Îsmet Dax (bi tirkî: İsmet Dağ) (jdb. 1965) hunermend û bestekarekî kurd e.

Kurtejiyan

biguhêre

Îsmet Dax,di sala 1965an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ser navçeya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navendî û amadeyî li Dêrikê xwendiye. Dax, hîna di zaroktiya xwe de bi muzîkê ve mijûl bûye û gava kû diçû dibistanê,di gelek şevên çand û hunerî de derketiye ser dikê.Wê demê hunermend ên bi navdar bi rêz Erdoğan Yapıştıran û Turhan Yapıştıran ji wî re li sazê dane. Ji ber ku wê çaxê kurdî qedexe bû,wî helbestên xwe bi tirkî dixwend e.

Ji bo têkefe azmûnê zanîngehê,di sala 1985 an de ji welat derdikeve û tê bajarê Îzmîrê,û li wir bi cih dibe.

Di sala 1986 an de li İzmirê ew û kekeç Kurd ji hev hezdike û dizewice.

Di sala 1990 an de, Îsmet Dax û çar hevalên xwe Faysal Oktay, Saadettin Karaaslan, Hamît Bîlirmiş(TOFAN) û Ziwer(ZİYA), bi navê Koma Tûrcel'an komeke muzîk ê dadimezirînin. Koma Tûrcel'an, nêzîkî sê salan li Îzmîrê tevlî şahî û govend ên kurdan dibe.

Piştî avabûna Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) şaxa Îzmîrê, Dax, di sala 1993an de ew û du keçikê xwe li wir dest bi xebatên xwe dike. Di sala 1997an de Dax û sê heval ên xwe Xafur, Feyrûzşah û Welat komekê di bin baskên NÇMê şaxa Îzmîrê de, bi navê Koma Jiyana Welat ava dikin.

Di sala 14-04-1998 an de bi biryara Kargeri û Serokatiya NÇM a şaxa İzmir,birêz Hatice Çoban û Serokatiya Navendiya NÇM ê,bi rêz Nuray Şen,İsmet Dax Ji dervî NÇMê xebatên xwe domand e.

Di sala 1999an de wî albûm a xwe ya yekem a bi navê Dewra Mêhdî hat amadekir û ev kaset ji hêla Medya Muzîkê ve hate belavkirin. Ev kaset ji donzdeh helbestan pêk hatibû, gotin û muzîka vê albûmê ji aliyê Îsmet Dax ve hatibû amadekirin.

Dax gelek helbest dan hunermend an û gelek hunermend an helbest ên wî xwandin. Ên wek Xanemîr,Rojda, Bawercan, Şêxmûs, Elif Koç, Koma gulên Xerzan, Mehmet Koç, Koma Mazlûm, Çinarli Dawûd, Saadettîn û Mewlûde Rojbîn û her wekî din.

Albûmên wî

biguhêre
Sal Navê Albûmê û Naverok
1999 Dewra Mehdî Hat

A

  • Dewra Mehdî Hat
  • De rabe Xanê
  • Bilîrîn in
  • Rinda min bûye wezîr
  • Qelenê min pirr biha ye
  • Dîlber

B

  • Werin em bi heval bin
  • Giya di bin kevir de namîn e
  • Bes e lo bira
  • Kê çi kiribe wê bijîn in
  • Ewil toxim bû
  • Silav û hurmet
2004


ROZERÎN A MIN

A

  • Lo Lawiko
  • Welatê Rojê
  • Hunermend
  • Tu Her Hebe Cana Min
  • Şên Bikin
  • Xweşik û Serbilind e

B

  • Şervano
  • Bîst û yekê Adarê
  • Wayê Tên
  • Gula Min Gulperî ye
  • Çila Ronî Venamire

Çavkanî

biguhêre