Înstîtuya Kurdî li Stockholmê

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê (ÎKS) ango Peymangeha Kurdî li Stockholmê di sala 1996an de hat damezrandin. Serokê peymangehê Dr. Hûsên Xelîqî ye. Navê kovara peymangehê "Avaşîn" e.Rewşen weşanxaneya ÎKSê ye.

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê
Damezrandin1996
Sekreterê Giştî
Husên Xeliqî

Di Peymangeha Kurdî ya Stockholmê de Mehmed Uzun jî di nav de gelek nivîskar cih girtin. Nivîskarê kurd Mehmûd Baksî ku di 19ê Kanûna 2000î de li Swêdê wefat kir, di wesyetnameya xwe de hemû arşîv diyarî Peymangeha Kurdî ya Stockholmê kir.

Pirtûka ku Peymangeha Kurdî ya Stockholmê bi Egitim-Senê re amade kiribû, di navbera Şaredarê Sûrê yê Amedê yê DTPê Abdullah Demirbaş û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê Mustafa Tekdemir de ku li dijî belavkirina pirtûkê derketin bû sedema gotûbêjan.

Peymangehê di 16ê îlona 2000ê de bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê û Enstîtuya Kurdî ya Brukselê re daxuyaniyeke hevpar da û xwest ku pevçûnên di navbera Kurdan de bên rawestandin û aştiya navxweyî pêk were.

Di Cotmeha 2006an de di encama xebatên hevpar ên Koperatîfa Jinan a Umut Işıği de yekemîn pirtûkxaneya zarokan a Tirkiyeyê Navenda Pirtûk û Pêşdebirina Çanda Zarokan Astrid Lindgren hat vekirin. Enstîtuya Swêdê, Şaredariya Payasê û Navenda Olof Palme ya Navneteweyî jî di warê aborî û civakî de alîkariya projeya Pirtûkxaneya Zarokan kirin.

Her wiha binihêre biguhêre