Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê ango Înstîtûta kurdî ya Brukselê rêxistineke civakî û çandî ye .
Di çiriya pêşîn a sala 1978an de, bi navê Têkoşer - Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîka û paşê di gulana 1989an de, bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê ava bûye û ji aliyê wezareta çandê ya Belçîkayê ve, di nava çarçewa "perwerdekirina gelemperî ya daîmî" de, bi awayekî fermî hatiye pejirandin û alîkariya maddî distîne.
Armanc
biguhêreDu armancên enstîtuyê hene: alîkirina kurdên ku li Belçîkayê dijîn, ji bo ku karibin di civaka belçîkî de ciyekî baş bistînin ("intégration"), bê ku nasnameya xwe ya çandî hunda bikin û agahdarkirina belçîkî, ewropî û kesên din li ser dîrok û çanda kurdî.
Ew ne girêdayî tu partiyeke siyasî ye.
Girêdanên derve
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |