Zorava, Gimgim
Zorava (bi romî kirine: Zorabat), gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.
Zorava | |
---|---|
Zorabat | |
Koordînat: 39°6′51″Bk 41°24′20″Rh / 39.11417°Bk 41.40556°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Gimgim (navend) |
Bilindahî | 1.540 m (5050 ft) |
Nifûs (2010) | 172[1] |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
Dîrok biguhêre
Ji ber ku gundekî nû ye, tirkan navê wê neguhertine, şibandine peyvên tirkî. Berê mezreyeka Qeremêşê bû.
Bingeha gundê niha ji aliyê mala Şêx Ehmed ve hatiye avêtin. Ev malbat ji Qeremêşê bûn. Zarokên wan Şêx Ûsiv, Şêx Şêrko ûêd. gund şên û abad kirine. Beriya wê jî li vir di sedsala 16. de çend malên êla Ezdîniyan hebûne. Lê gund hinekê li jêr bûye, nêzîkê Mêrga Kosto.
Wê demê Ezdîniyan li ser axa gund hukim kirine, lê bi xwe di nava xwe de pev çûne, zilamekî bi navê Mihemed, li gundê niha xwe bicih kiriye, dest daniye ser tevahiya axa gund, ên din kiriye der. Ji ber wê gotine Zorava ango "bi zorê ava". Piştre nexweşiyek derketiye li herêmê, pirraniya malbata Mihemed mirine. Heya hatina malbata şêx kê li gund cihwar bûye, lê xebat nehatiye kirin.
Niha gelek mal hene li gund. Mala Mihemedê Hecî Evla jî ji Qeremêşê hatine.
Erdnîgarî biguhêre
9 km ji Gimgim, 57 km ji Mûşê dûr dikeve. Gundên cîran Qeremêş, Hecîbega Jêr, Siltaşêr in.
Avhewa biguhêre
Klîmaya gund Serhedî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan sar û dirêj in.
Aborî biguhêre
Aboriya gund li ser xwedîkirina ajalên malê, çandiniyê ye.
Wargehên balkêş biguhêre
biguhêre
- Şêx Ehmed
- Rênas Serhed (navê fermî yê bi Romî: Salih Özcan)
Çavkanî biguhêre