Siltaşêr

Gundekî Gimgima Mûşê

Siltaşêr (bi romî kirine: Ocaklı), gundekî navçeya Gimgima Mûşê ye.

Siltaşêr
Ocaklı
Siltaşêr li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Siltaşêr
Siltaşêr
Koordînat: 39°4′55″Bk 41°23′48″Rh / 39.08194°Bk 41.39667°Rh / 39.08194; 41.39667
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeGimgim (navend)
Bilindahî
1.790 m (5870 ft)
Nifûs
 (2010)
467[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

Hin ji bilêvkirinên navê wê ev in: Siltaşîr, Siltaşê. Bi heman navê goristanek jî heye. Dibêjin li ser vê goristanê bi tîpên erebî, bi kurdî navê heft birayan hene ku di şerê li dijî rûsan de jiyana xwe jidest dane û navê birayê mezin Şiltaşêr bûye.

Hin gundî di wê baweriyê de ne ku wextekê bi navê Siltan Şêr li vir desthilatî kiriye. Lê bi texmînî ev nav ji beriya belavbûna ola Îslamê tê û têkiliya wê bi navê Şerevdîn heye. Gund di ber Çiyayê Şerevdînê de, bi havînan jî derdikevin lûtkeyên çiyê, Warê Siltaşêrê.

Navê Çiyayê Şerevdînê ji koka şêr tê. Heya salên 1990'î daristanên mein hebûn li herêmê. Heya salên 1970 li daristanan hirç, beraz, pisîkên kovî, şêr ûêd, hebûn.

70 km ji Mûşê, 22 km ji Gimgimê dûr dikeve. Aboriya gund li ser xwedîkirina ajalên malê ye. Gund gelek koçber daye. Nifûsa gund niha li dora 600-700 kesan e.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2008 476[3]
2000 467
1990 622
1985 650

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2010
  2. ^ Yerelnet, Ocaklı, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 gulan 2011
  3. ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]