Zorava, Şirnex

Gundekî Şirnexê

Zorava gundekî Şirnexê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin.

Gundekî girêdayî Heştanê ye, nêzîkî 7 km ji bajarê Şirnex dûr e. Gundekî biçûk e, ji aliyê çend malbatan ve hatiye avakirin, lê belê di 15 yê tebaxa sala 1992'an gundê Zorava ji aliyê hêzên dagirkerên dewleta Tirk ve hate şewitandin. Şîniyên gundê Zorava neçar dimînin, gundê xwe berdidin û koçberî bajaran dibin. Ji wan hinek koçberî Kurdistana başûr bûn, heya niha jî ne zivirîne ser gundê xwe (2012).