Zimanê ketelanî

(Ji Zimanê katalonî hat beralîkirin)

Ketelanî (bi ketelanî: català, wekî "ketelá" bixwîne), zimanekî romanî ji koma hind û ewropî ye. Zimanê ketelanî ji aliyê 9,5 milyon kes ve li Ketelonyayê, li herêma Otonom Valensiya, li giravên Balear, li Andorrayê (li Andorrayê zimanê fermî tenê katalanî ye, lê li vir bi fransî û spanyolî jî dipeyivin), li Roussillonê (bi ketelanî: Rosselló), li rojhilata Aragonê û li bajarê Alghero (bi ketelanî: l'Alguer) jî tê peyvîn. Zimanê ketelanî ji zimanê latînî tê. Ji sedsala 15an û vê de ew di bin bandora spanî ango kastîlî de maye. Her çiqas ev ziman biser spanî de here jî (mînak: cercar / buscar, restar / quedar, vós / vostè, û her wiha). Gerek mirov wî wek zaravayekî spanî nebîne, ji ber ku ew zimanek serbixwe ye.

Ketelanî
català
Welatên lê tê axaftin Spanya, Fransa, Andorra û Îtalya
Herêm Andorra, Ketelonya, Giravên Balear û Valensiya, Roussillon (Rosselló), Aragon, Mursiya, Sardînya
Axiverên zimanê zikmakî nêzîkî 9,5 milyon
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Tîpên latînî
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye Andorra; Ketelonya, Giravên Balear û Valensiya li Spanyayê
Sazkerên zimên Înstîtuta Lêkolînên Ketelanî, Akademiya Valensî ya Zimanî
Kodên zimanî
ISO 639-1 ca
ISO 639-2 cat
ISO 639-3 cat

Li hember kastîlî (spanî) a ku bû zimanê fermî yê dewleta spanî, ketelan bi daxwazeke xort bi zimanê xwe axivîn û li hember spanî sekinîn. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê herêma ketelonî daxwazeke wan a xurt hebû. Ev daxwaza wan bi mirina Franko re hat cih. Parlamena spanyol di sala 2004an de ev daxwaz li komisiyona Ewropayê kir, bi seba ku 9 milyon kes li Ewropayê bi katalanî dipeyivin (zêdeyî maltayî û estonî).

Îro hîn ev daxwaz ne hatiye pejirandin. Têkiliyên zaravayên ketelanî ji 95% in (ji 95% hev fam dikin). Du zaravayên sereke yên vî zimanî hene. Zaravayê yekem keteloniya rojhilat e, yê ku li Barselona (Barcelona), li Girona, li giravên Balear (Illes Balears) û li Roussillon tê axaftin. Yê duyem jî keteloniya rojava ye, yê ku li bakur rojava, li Lleida û Valensiya (València) tê axaftin.

Rewşa îroyîn a zimanê ketelanîBiguhêre

Bi kurtî, mirov dikare bibêje ku rewşa zimanê ketelonî wesa ye (2007):

Ketelonya (bi ketelanî: Catalunya)
  • 7.134.797 akincî, 84,7% pê diaxive, 97,4% ketelanî fehm dike
Herêma Valensî (bi ketelanî: Comunitat Valenciana) an Welatê Valensî (bi ketelanî: País Valencià):
  • 4.806.908 akincî, 53% pê dipeyive, 75,9% ketelanî (valensî) têdigehê
Giravên Balear (bi ketelanî: Illes Balears):
  • 1.001.62 akincî, 74,6% pê xeber dide, 93,1% ketelanî fehm dike
Katalonyaya Bakur (bi ketelanî: Catalunya del Nord), ango li Roussillonê:
  • 422.297 akincî, 37,1% pê dixive, 65,3% ketelanî têdigehê
Andorra (li vî welatê pîrenêyî jî zimanê ketelanî fermî ye):
  • 78.549 akincî, 78,9% pê dipeyive, 96% fehm dike
 
Zimanê ketelanî li Ewropayê
Navçeya rojhilatî ya Aragonê (Franja del Ponent):
  • 45.357 akincî, 88,8% pê deng dikin, 98,5% ketelanî têdigehê
Bajarê L'AlguerSardînyayê:
  • 40.257 akincî, 61,3% pê diaxive, 90,1% fehm dike.
 
Zaravên ketelanî: ziman û sînorên siyasî yên dewletên Spanî û Fransî

Zaravayên ketelanîBiguhêre

  • Ketelaniya rojhilatî (bi ketelanî: dialecte oriental)
    • zaravayê rûsilyonî an yê bakurî (li navçeya Roussillon a Fransayê)
    • zaravayên navendî
      • zaravayê transisyonê
      • zaravayê salat
      • zaravê tarragonayî
    • zaravayên balearî (yên giravên Balear)
      • zaravayê malyorkayî
      • zaravayê menorkayî
      • zaravayên eivissayî û formenterayî
    • zaravayê algerî (yê bajarê L'Alguer li Sardînyayê)
  • Ketelaniya rojavayî (bi ketelanî: dialecte occidental)
    • zaravayên bakur-rojavayî
      • zaravayê palyarsî
      • zaravayê rîbagorzayî
      • zaravayê tortosayî
    • zaravayên valensiyayî
      • zaravayê valensiyayî-bakurî
      • zaravayê valensiyayî-navendî (yê apitxat)
      • zaravayê valensiyayî-başûrî
        • zaravayê malyorkayî li Valensiyayê

Çend hevokên bi ketelanîBiguhêre

Kurdî Zimanê ketelanî
Rojbaş! Hola, bon dia!
Tu çawan î? Com estàs?
Ez baş im, spas, tu çawan î? Estic bé, gràcies, i tu com estàs?
Tu ji kûderê yî? D'on ets?
Ez ji Kurdistanê me, ez kurd im. Soc del Kurdistan, soc kurd (nêr), soc kurda (mê).
Tu bi ketelanî/bi kurdî dizanî? Parles català? Parles kurd?
Hindik. Una mica.
Bi xatirê te! Adeu!
Em ê hev bibînin! A reveure!
Êvarbaş! Bona tarda!
Şevbaş! Bona nit!

ÇavkanîBiguhêre

COM ensenyar català als adults. Mapes per a l'estudi de la llengua catalana, 6 (1989). Departament de Cultura, Barcelona.

Girêdanên derveBiguhêre