Zêtka
(Ji Zêdkan hat beralîkirin)
Zêtka (Zêdka, Zêdika, Zêdikan; bi tirkî Eleşkirt) navê navenda navçeya Elajgir a Agiriyê ye. Elajgir bi zimanê hayî, ango ermenî ye: (Alaşkert). Beriya Komkujiya Ermeniyan li Elajgir ê ermen û kurd bi hev ra dijiyan. Navekê din ê bajarokê Pakrewan bûye.
Zêtka Eleşkirt | |
Dimeneka Zêdka û Kosedaxê, ji taxa Esentepeyê.
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Agirî (parêzgeh) |
Serbajar | Zêtka |
Qeymeqam | Mustafa Koç |
Hejmara nahiyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara gundan | 61 gund |
Gelhe (2020) | 34,180 [1] kes |
Rûerd | 1.545 km2 |
Berbelavî | 25,51 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2020) | 15.522 kes |
Koordînat | 39°47′53″Bk 42°40′37″Rh / 39.79806°Bk 42.67694°Rh |
Bilindayî | 1.810 m |
Koda postayê | 04600 |
Koda telefonê | (+90) 472 |
Piştî tevkuştina wan, Komara Tirkiyeyê tirk li gundên ermen da dan rûniştandin.
Îro li Zêtka ti ermen tunin. Muhacir (tirkên ji derve hatin anîn) di dewsa wan de li gundên wan, di xaniyên wan de dijîn. Ew tirkên Zêtka nîvê zefî ji aliyê Kafkasyayê ji ber Rusa revîne û hatine ketine dewsa Ermenê ku revîne an ji hatine kuştinê.
Gund û bajarên ermenan: Zêdikan, Hemzikan, Remikan, Xweşyan, Xanzir, Xaçîl hwd.
Çemên ZêtkaBiguhêre
- Çemê Şeryanê di deşta Elajgirê de dikişe tev çemê Miradê dibe.
- Çemê Çetelê ji Kosedaxê tê û ji Kaşesorê ve digihîje nav bajêr.
- Çemê Qopizê ji Kosedaxê dertê û xwe dighîjîne deştê. Biharê gûnden Deşta Elajgirê bi wê avê zeviyên xwe avdidin.
Biguhêre
- Gotara bingehîn: Gundên navçeya Zêdikanê, 1928