Yekta Uzunoğlu an bi navê xwe yê din Yekta Geylanî, nivîskarê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiye dinyayê.[1]

Yekta Uzunoğlu
Yekta Uzunoğlu 2017
Yekta Uzunoğlu 2017
Navê rastî Yekta Geylanî
Rojbûn 10 gulan 1953
Farqîn / Diyarbekir
Hemwelatî  Kurdistan
 Almanya
Esil  Kurd
Pîşe Nivîskar, wergêr û bijîşk
Malper yektauzunoglu.com
biguherîneBelge

JînenîgarîBiguherîne

Dı sala 1953 de li bajêrê Farqînê wek zarokê malbatekî welatparezên kurd tê dinê. Birayê wî parêzerê navdar Erdinç Uzunoğlu[2][3] ye, helbestvanê navdar Rojen Barnas û Kendal Nezan jî kurxalê wî ne.

Di sala 1970ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîr Mîrê Kurd Kamiran Alî Bedirxan Beg di navbera salên 1972 - 1979an li Pragê di Zanîngeha Çarls (Karel) de beşa bijîşkiyê dixwîne, bi serfirazî dibe doktor.

Di dema xwendekariyê de dibe endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê. Di nav komeleyê de bi Tariq Aqrewî, Mîrhem Yiğit, Qadir Dîlan, Muhemed Muhtedî, Selîm Babanzade, Muhemed Zaza, Zagros Haco re kar dike[4]

Dema ku Çekoslovakya ji aliyê Pakta Artêşa Varşovayê ve tê dagirkirin di berxwedanê de dibe çalakger û aktivîst bo heqên mirovayetî di komara Çekolovakyayê de.

Di sala 1973 de Dr. Ebdulrehman Qasimloyê li Piragê nas dike, dostanîya wan ta şehîdbûna Dr. Qasemlo di sala 1989 de dom dike, bi salan alîkarîya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dike.

Di sala 1975an da Yekta Uzunoğlu û Hacî Ehmedî (pêşeweyê Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê PJAKê) bi ser konsolsoxaneya Swêde de digrin. Bi 20-30 xwendekarên kurd re greva birçîbûnê organîze dikin. Di dewra Gûstav Hûsakê Stanîlîst da xwendakarên kurd radestî Sadam dikin. “Swêd welatekî bealî ye” û ev çalakî di dinê de deng dide û şandina xwendekarên Kurdên Başûr li Baxda dide sekinadin, rejîma Sadam bi vê çalakiyê di vê warê de şikest dixwe.

Dr. Yekta Uzunoğlu di sala 1976an de bi alîkariya hevalê xwe Prof. Dr. Pavel Martasek [5] û Vladîmîr Korensky bi navebeynakariya çapxaneya Araratê ya neqanûnî/ilegal li Komara Çekoslovakya ava dike û dehan pirtûk, broşûr, xerîta (nexşe) Kurdistanê û nivîsên xwe, ya Dr. Ebdulrehman Qasimlo[6], Kendal Nezan û yê Prof. Dr. Joyce Blau, bi zimanên cuda-cuda çap dike, diweşîne û li Ewrûpa belav dike. Çapxaneya Araratê(Agirî) di dîrokê de yekem çapxaneya kurdî ye li Ewrûpayê.[7]

Dr. Yekta Uzunoğlu di dema ku li koleja bijîşkiyê dixwîne, xortekî li dijî komînîzmê ye. Di wê dewrê da bi serokê Komara Çekyayê Vaclav Havel re di nava rêxistina 77an de cîh digre û wê demê di nava çalakiyên siyasî de ye. Dema ku Vaclav Havel tê girtin, Dr. Yekta Uzunoğlu jî sirgûn dikin.

Herwiha piştre Dr. Yekta Uzunoğlu li Parîsê bi cîh dibe. 1982an lîsansa bilind û mastirê li ser nexweşiyên hundirîn dike.

Bi wezîrê berê yê Karên Derveyî yê Fransayê Bernard Kouchner û bi komek hevalan re Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ava dike. Hikûmeta Fransayê Dr. Yekta Uzunoğlu layiqê Bûrsa Enstitûya Pasteur dibîne. Dr. Yekta Uzunoğlu piştî 5 mehan pispor / îxtîsasê, bi nameyekî spasdariya xwe ji hikûmeta Fransayê re dişîne û bûrs û hemû derfetên ku hikûmeta Fransayê jê re dabûn lê vedigerîne û Dr. Yekta Uzunoğlu, tevî hevalên xwe yên Doktorên Sînonernenas diçe Kurdistana Îranê (Rojhilat), ji bo alîkariya şervanên Rojhilatê Kurdîstanê. Nexweşxaneyên sahra ava dike, dibistan bo ciwanên kurd li serê çîya vedike, dibe mamosteyên wan, li Kurdistana Rojhilat ji Qoturê ta Soma-Biradost di eniya şerê de wek peşmerge ciyê xwe digre.[8][9][10][11][12]

Dr. Yekta Uzunoğlu hemwelatiyê Tirkiyeyê bû. Ji ber parastina mafê mirovan û alîkariya însanî ya kurdan û mirovan di sala 1987ê de ji hemwelatiya Tirkiyeyê tê avêtin. Li Almanyayê xwediyê statûya penaberiyê ye. Di 1983an de Enstîtûya Kurdî ya Parîsê bi Kendal Nezan, Remzi Raşa û Yilmaz Guney re ava kiriye.[13] 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Herwiha Dr. Yekta Uzunoğlu di dema xwendekariyê de mecbûr dimîne çend welatan biguherîne.[14] Li sala 1988 de cara yekem di dîroka Kurdîstanê de li Ewrûpayê li ser pelên kurt de li Monte Carlo de radyoya kurdî vekir û dest bi weşanên kurdî kir.[15]

Dr. Yekta Uzunoğlu, bi 10 zimanan bi awayekî herikî diaxive. Piştî têkçûyina komînîzmê vedigere Pragê. 1990î li Çekoslovakya 17 şîrketan ava dike. Sala 1994an de dewleta kûr ya Çek û Tirk Dr. Yekta Uzunoğlu tûşî problem û arîşeyan dikin. Herwisa di sala 1994an de rastî êrîşên hemwelatiyên Tirkiyeyê tê. Li Çekoslovakyayê kesên hemwelatiyên Tirkiyeyê yên ku bi nasnameyên sexte dijîn êrîşî Dr. Yekta Uzunoğlu dikin. Ji vê êrîşê zindî difilite[16].[17][18]

Bi hevkariya kesên neqanûnî/illegal yên Tirk ji aliyê polîsên Çekê ve tevî 3 kurdên din tê girtin. Dr. Yekta Uzunoğlu ji 13ê îlona 1994an heta 1997an di zîndane da dimîne. Yek kurdekî bi navê Gafur Gökmen piêtê berdana xwe 32 salîyê xwe de diçe rehma xwedê ji ber ku di girtigehê de nexweş dikeve û nayê dermakirin, kurdê dinê bi navê Hacî Bulut di girtigehê de dîn dibe.[19][20][21][22][23]

Rêxistina Efûyê ya Navndewletî (Amnesty International) aşkere dike ku Dr. Yekta Uzunoğlu bi awayekî hiqûqî nehatîye dadmendkirin, nehatiye darizandin û careke din doza dadigehkirina wî ya hiqûqî dike[24][25] Di sala 2007an de Serokkomarê Çekyayê Vaclav Havel, xwediyê xelata Osakarê Zdenek Sverak û 160 şexsiyetên herî navdarên Komara Çek ji bo pîştevaniya têkoşîna Dr. Yekta Uzunoğlu dest bi greva birçîbûnê dikin, bi vê riyê êrîşên dewleta kûr a Çekya li ser Dr. Yekta Uzunoğlu ku berdewam e, protesto dikin.[26][27][28][29][30]

Tiştekî ku Dr. Yekta Uzunoğlu bê tawanbarkirin nayê ditîn û di 31ê tîrmeha 2007an de dosyeya Dr. Yekta Uzunoğlu paqij derdikeve. Dr. Yekta Uzunoğlu dema di zîndanê de ye, rastî gelek miameleyên xirab tê û zerarê dibîne. 56 dozên hiqûqî derbarê berpirsan de vedike. Dozên tazmînatê di sala 2010an de bi dawî dibin.[31]

Yekta Uzunoğlu di dîroka hiqûqa Komara Çekyayê de tazmînata herî mezin bi dest dixe. Yên ku komara dewleta kûr ya Çekya bi wî dane jiyandin, di pirtûka bi navê "Îfade" dinivsîne û pirtûk bi deh hezaran çap dibe û li zimanê almanî jî tê wergerandin û bi almanî jî çap dibe. Dr. Yekta Uzunoğlu di 21.01.2015an de di mala xwe da rastî êrîşa kuştinê hatiye. Lê bi zindî filîtiye. Kujer bi aliyê rêxistineke ku dixwazin Dr. Yekta Uzunoğlu bikujin ve hatiye organîzekirin. Doz hîna berdewam dike.[32]

Dr. Yekta Uzunoğlu hemwelatiyê Almanyayê ye. Bavê du keçan e, 3 zarokên wî hene. Li Pragê li Komara Çekya dijî. Wî bi tevahî 40 pirtûk bi zimanên cuda-cuda nivîsine, wergerandine û weşandine. Dr. Yekta Uzunoğlu 10 zimanan zane.[33]

XelatBiguherîne

Di sala 2006an de saziya herî navdar Harta 77 xeleta herî bi prestîj (Frantîsek Krîegel) ya Komara Çek ji destê serokomar Vaclav Havel bona cesaretê xwe li şerê hember bêedaletiyê, neheqîyê werdigire û dibe biyaniyê yekem li dîroka komara Çek de ku vê xelatê bi dest dixe.[34][35][36]

2017 girtina Yekta Uzunoglu li Komara ÇekîBiguherîne

Pişta êrişa DAIŞê di sala 2014 Dr. Yekta Uzunoglu hember vê êrişê disekine, alîkariya Kurdên Rojava dike, bi cîgirê komîsyona leşkerîya Parlamentoya Ewrûpî J. Stetina re diçe Kobanê û Nesrîn Abdullah (YPJ) tîne Komara Çek, dîsa di sala 2015an de dibe sedem ku serok Mesûd Barzanî tê Komara Çek û 20.12.2015 parlamenterên Kurdistanê tîne Komara Çek. Roja 21.01.2015 de sûcdarekî navdar Vaclav Faktor ku hemkarê polîsê Komara Çek e bi şev dikeve mala Dr. Yekta û dixwaze wî bikuje, polîs wî digre lê rojekî şûn de wî berdide.

Yekta Uzunoglu di 28ê nîsana 2017an de li Pragê bê sebeb tê girtin (li ser daxwaza Sefîrê tirk). Dotira rojê ew bi biryara dadgehê tê serbestkirin. [37] Li gorî xwe Uzunoğlu li ser daxwaza balyoza tirk li Prag ji alî polîsên ku bi wan re kar dikin hat girtin.[38] Dadgeha Ewlekariyê ya Komara Çek bi daxuyaniya 13ê sibata 2018an de, di binê vê pelê de hatiye belavkirin: III. ÚS 1920/17, bi devê kadî Prof. Dr. JUDr. Jan Filip CSc ragihand ku girtina Yekta Uzunoglu di 28ê çileya paşîna (2017) de dijî qanûna ewlekariyê bû û komara çek mahkûm kir.[39]

2019 - Biryara Dewleta Tirk bo girtina Dr. Yekta UzunogluBiguherîne

Di 2015ê de li ser daxwaza Parlamenterê Parlamentoya Ewrûpa û cîgirê serokê komîsyona parastinê Parlamentoya Ewrûpa MEP Jaromir Stetina û Yekta Uzunoglu bi hev re çûne Bakurê Sûrîyê (Rojava) da ku li ser şerê dijî DAIŞê bo Parlamentoya Ewrûpa lêkolîn bikin. Piştî vegera xwe, Jaromîr Stetîna hem li ser rûpela xwe û hem jî li ser rûpela fermî ya Parlamentoya Ewrûpa çend wêneyan li gel şerwanên kurd ku li dijî DAÎŞê şer dikirin weşandiye.[40] Dr.Yekta Uzunoglu jî wan wêneyan bi destûra Jaromîr Stetina ser twîterê xwe de parve kiriye. Di çileya 2019an de li Tirkîye Yekta Uzunoglu ku biraziyê Dr. Yekta Uzunoglu ye tê girtin. Derdikeve holê ku Tirkîye ji sedema van wêneyan biryara girtina Dr. Yekta Uzunoglu daye û bi şaşî birazîyê wî berçav kirine ku navê wî jî Yekta Uzunoglu ye. Dr. Yekta Uzunoglu hemwelatîyê Almanyayê ye, çendan parlamenterên Alman, Jaromîr Stetina û parlamenterên din ya Parlamentoya Ewrûpa, PENa Kurd û gelek kesayetiyên navdarên Çek û Alman vê biryara dewleta Tirkan protesto kirin. Ew wêne ku bûye sedama bîryara girtina Dr. Yekta Uzunoglu ta roja îro jî li ser malpera resmî ya Parlamentoya Ewrûpî de zeliqandî ye û ji her kesî re vekiriye.[41][42][43]

PirtûkBiguherîne

  • Îsa Diçe Qudisê, 1986[44]
  • Îsa can dide mirîya, 1986[45]
  • Yûnis, 1986[46]
  • Hey lê ; Bi kurdî binivîsîne, , 1985[47]
  • Kovara Mizgîn – 1/83, 1983[48]
  • Kovara Mizgîn – 1/84, 1984[49]
  • Kovara Mizgîn – 1/85, 1985[50]
  • Yekta Uzunoglu: Láska u Kurdů; Země Kurdů; Legenda o Kurdech "(Kurd û Evîn", "Welatê Kurdan", "Dastana Kurdan"), di salên 1976-1979an de hatiye weşandin, (ji berga pêşîn)
  • Yekta Geylanî: Kurdische Alphabet ("Alfabeya kurdî"), Yekta Geylanî, Bonn 1982,
  • Yekta Geylanî: Mehdi Zana Muss Gerettet Werden, Bonn 1982[51]
  • Yekta Geylanî: Der kulturelle Völkermord an den Kurden in der Türkei ("Jenosîda çandî yê Kurdan ya li Tirkiye"), Yekta Geylanî, Bonn 1982,
  • Yekta Geylanî; Thomas Bois: Kurdische Volksdichtung ("Helbestên gelêrî yên kurdan"), Kurdische Institut, Bonn,1985 – Kurdische volksdichtung – Spiegel der kurdischen Seele 1986,http://yektauzunoglu.com/de/archiv/kurdische-volksdichtung-spiegel-der-kurdischen-seele/
  • Kurdische Musik - Musîka Kurdî, Kurdisches Institut, Bonn, 1985, ISBN: 3-925519-02-5, http://yektauzunoglu.com/de/kurdische-musik-1985/
  • Yekta Geylanî; D. N. MacKenzie: Kurdische Grammatik ("Rêzimana kurdî"), Kurdische Institut, Bonn 1986 - xebatekê li ser berhemên Celadet Bedir Xan û Roger Lescott e.
  • Yekta Uzunoglu: Kurdská přísloví, ("Gotinên pêşiyan yên kurdî"), Lidové noviny, Prag 1993
  • Ein Kurde im Mahlwerk des Übergangs. Ein Bericht aus Tschechien, 2007,
  • Yekta Uzunoglu: Výpověď, ("Şahidî"), Akropolis, Prag 2008, http://yektauzunoglu.com/publikace/vypoved/
  • V. Klaus, I. Kočárník, K. Dyba, J. Zieleniec, J. Lux, Y. Uzunoglu û yên din: Ekonomické perspektivy ČR ("Perspektîfên aborî yên Komara Çek"), Meridian, Prag, 1993, ISBN: 80-901588-0-3
  • Yekta Uzunoglu: Islámský trojský kůň v České republice ISBN: 978-80-906487-2-2

Girêdanên derveBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. Uzunoglu, Yekta. "Životopis Yekta Uzunoglu". Yekta Uzunoglu (in çekî). Retrieved 2019-04-08.
  2. Üzülmez, Müslüm (2011-07-19). Yoldaş Koçero (in tirkî). artcivic. ISBN 9786054513024.
  3. https://www.insanokur.org/uzunoglu-unutulmayacaktir-uzulmez/
  4. Uzunoglu -, -Yekta. "Statečný Pražan - Kurd : Tariq Aqrawi." Rukojmi.cz - Internetové noviny. Retrieved 2019-05-04.
  5. https://s-ic.cz/cs/zamestnanci/prof-mudr-pavel-martasek-drsc/
  6. "Dr. Qasimlo, hevpeyvîn bi Dr. Yekta Uzunoglu re". Kurdish Institute (in îngilîzî). 2007-08-23. Retrieved 2019-05-04.
  7. "Serpêhatiyeke xeternek: Çapxaneya Araratê û xofa sîstema Komûnîst". RiaTaza (in îngilîzî). 2019-02-25. Retrieved 2019-05-04.
  8. "Yekta Uzunoğlu: Rojhilat'ın Yolunda - 2". Nerina Azad (in tirkî). Retrieved 2019-05-04.
  9. "Yekta Uzunoğlu: Rojhılat'ın Yolunda - 1..." Nerina Azad (in tirkî). Retrieved 2019-05-04.
  10. "Li ser rêya Rojhilat – 2 / Dr. Yekta UZUNOĞLU NİVÎSÎ". Mezopotamya24Haber.com (in tirkî). 2017-07-28. Retrieved 2019-05-04.
  11. "Lİ SER RÊYA ROJHİLAT – 1 / Dr. Yekta UZUNOĞLU NİVÎSÎ". Mezopotamya24Haber.com (in tirkî). 2017-07-24. Retrieved 2019-05-04.
  12. "Yekta Uzunoglu". alchetron.com. Retrieved 2019-05-04.
  13. Kurdologie, Österreichische Gesellschaft zur Förderung der; Studien, Europäisches Zentrum für kurdische; Schmidinger, Thomas; Hennerbichler, Ferdinand; Six-Hohenbalken, Maria Anna; Osztovics, Christoph (2015-05-22). Wiener Jahrbuch für Kurdische Studien (Ausgabe 2/2014): Schwerpunkt: Die Geschichte von kurdischen Studien und Kurdologie. Nationale Methodologien und transnationale Verflechtungen (in elmanî). BoD – Books on Demand. ISBN 9783944690322.
  14. Bauer, Antje (1987-07-13). "Türkische Fundamentalisten machen mobil". Die Tageszeitung: taz (in elmanî). p. 5. Retrieved 2019-05-04.
  15. "Bi kurtî çîroka Radyoya Monte Carlo şaxa Kurdî". RiaTaza (in îngilîzî). 2019-04-28. Retrieved 2019-05-03.
  16. "Yekta Uzunoglu: případ, o který už nikdo nestojí". iDNES.cz. 2006-08-24. Retrieved 2019-05-04.
  17. Olšer -, -Břetislav. "MUDr. Uzunoglu má za sebou děsivé zážitky s českou justicí; jako nevinný". Rukojmi.cz - Internetové noviny. Retrieved 2019-05-04.
  18. "Çeklerden 2 milyar euro istiyor". MİLLİYET HABER - TÜRKİYE'NİN HABER SİTESİ. Retrieved 2019-05-04.
  19. Uzunoglu -, -Yekta. "Lidská etika a ti kteří způsobili smrt Kurda Gökmena ! část 2". Rukojmi.cz - Internetové noviny. Retrieved 2019-05-04.
  20. "XWÎNA KU DIQÎRE..." RiaTaza (in îngilîzî). 2019-02-13. Retrieved 2019-05-04.
  21. "Nous accusons …". Kurdish Institute (in îngilîzî). 2007-08-23. Retrieved 2019-05-04.
  22. "Mazlum Kürt Gafur'un Haykıran Kanı… | Edebiyat Bahçesi". edebiyatbahcesi.net. Retrieved 2019-05-04.
  23. Uzunoglu, Yekta. "Životopis Yekta Uzunoglu". Yekta Uzunoglu (in çekî). Retrieved 2019-04-08.
  24. "AI MÁ OBAVY O SPRAVEDLIVÝ PRŮBĚH PROCESU MUDR. UZUNOGLUA".
  25. http://www.pen-kurd.org/fransi/ali-kilic/yekta-nicole-borvo.html
  26. "Kurdský lékař Uzunoglu ukončil po 11 dnech hladovku". tn.nova.cz (in çekî). 2007-03-25. Retrieved 2019-05-04.
  27. a.s, Economia (2007-03-22). "Havel bude symbolicky držet hladovku za Uzunoglua". Hospodářské noviny (in çekî). Retrieved 2019-05-04.
  28. týdeník, Katolický. "Otřesné svědectví kurdského lékaře". Katolický Týdeník (in çekî). Retrieved 2019-05-04.
  29. webmaster@tyden.cz, TYDEN, www tyden cz, e-mail: (2007-03-22). "Havel hladoví na podporu Uzunoglua". TÝDEN.cz (in çekî). Retrieved 2019-05-04.
  30. "Havel bude hladovět za kurdského lékaře | Domov". Lidovky.cz (in çekî). 2007-03-22. Retrieved 2019-05-04.
  31. "Kurdové a Kurdistán - dokumenty". kurdove.ecn.cz. Retrieved 2019-04-08.
  32. Uzunoglu, Yekta. "Životopis Yekta Uzunoglu". Yekta Uzunoglu (in çekî). Retrieved 2019-04-08.
  33. Uzunoglu, Yekta. "Životopis Yekta Uzunoglu". Yekta Uzunoglu (in çekî). Retrieved 2019-04-08.
  34. "Nadace Charty 77 vyhlašuje Cenu Františka Kriegla". Ekolist.cz. Retrieved 2019-05-04.
  35. "Laureátem ceny Františka Kriegla se stal Yekta Uzunoglu". Radio Praha (in çekî). Retrieved 2019-05-04.
  36. "BÛYEREKE DÎROKÎ LI PRAGA PAYTEXT". www.pen-kurd.org. Retrieved 2019-05-04.
  37. Sputnik. "Dr Yekta Uzunoglu li Çekyayê hat girtin". krd.sputniknews.com. Retrieved 2018-07-01.
  38. http://www.kurdistana-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=9245
  39. "Program jednání soudu - Ústavní soud". www.usoud.cz (in çekî). Retrieved 2018-04-27.
  40. "Štĕtina visit to Kobani".
  41. David, Vystavil Ivan. "Turecko zneužívá institut Interpolu k pronásledování novinářů a spisovatelů v zahraničí kritických k Turecku". Retrieved 2019-05-04.
  42. "Stanovisko Amnesty International: Turecká republika – MUDr. Yekta Uzunoglu | Vlastenecké noviny" (in çekî). Retrieved 2019-05-04.
  43. "Amnesty International: Problematická situace v Turecku a Yekta Uzunoglu | 12. 4. 2019". Britské listy (in îngilîzî). 2019-04-12. Retrieved 2019-05-04.
  44. "Îsa Diçe Qudisê".
  45. "Îsa can dide mirîya".
  46. "Yûnis".
  47. "bi kurdî binivîsîne Hey lê".
  48. "1983 - Kovara Mizgîn - 1/83". Yekta Uzunoglu (in îngilîzî). Retrieved 2018-04-27.
  49. "1984 - Kovara Mizgîn - 1/84". Yekta Uzunoglu (in îngilîzî). Retrieved 2018-04-27.
  50. "Kovara Mizgîn - 1/85".
  51. Uzunoglu, Yekta. "09-1982 - MEHDI ZANA MUSS GERETTET WERDEN". Yekta Uzunoglu (in elmanî). Retrieved 2019-04-14.