Qadir Dîlan (z. 1929, Silêmanî, Herêma Kurdistanê − m. 1999, Prag, Çekya), hunermend û kompozîtorê kurd e ku harmoniya tonal a muzîka klasîk a ewropî veguhestiye nava muzîka kurdî û herweha bi hemen awayî muzîka kurdî jî aniye nav ya ewropî[1].

Qadir Dîlan
Jidayikbûn1929, 1928 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin18ê adara 1999an (70 salî)
Prag, Çekya
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ew di sala 1929an de li Silêmaniyê hatiye dinyayê û di temenê ciwantiya xwe dest bi xwendina muzîkê kiriye. Qadir Dîlanî di 1966an de çû Pragê ji bo xwendina muzîkê. Li Çekyayê berhemên wî ji hêla Orkestraya Radyo ya Pragê û Opera Pragê ve hatine pêşkêşkirin[çavkanî hewce ye].

Qadir Dîlanî di 18ê adara 1999an de di temenê 70 salî de li Pragê çû ber dilovaniya Xwedê.

Hin berhemên wî biguhêre

  • Demî Raperîn
  • Fantazî
  • Bîrewerî
  • Kilpey derûn
  • Baran barane
  • Firîşte

Çavkanî biguhêre