Xîron

(Ji Xeîron hat beralîkirin)

Xîron, Xeîron (bi yewnaniya kevn: Χειρων, lat. Kheírōn) mîtolojiya yewnanî de navê hespmêr (sentor) a herî mezin û ya herî navdar e. Ew jî wek qewmê xwe nîvê bedena wî mêr yên mayî hesp e. Ji xeynî qewmê xwe ew kurê Fîlîra û Kronos, zirbirayê Zeus e.[1] Kronos ji bo ku Fîlîrayê re ganê bike kete şiklê hespekî ji ber vê yekê şiklê Xîronê nîv mirov nîv hesp e. Wateya navê wî destê ṣareza ye, peyva xîrourgos (cerrah) jî ji navê wî re têkildar e.[2]

Xîron
Χείρων Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • Kronos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Fîlîra Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xwişk û bira
Hevjîn
  • Xarîklo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Hîpê
  • Endêîs
  • Okîroê
  • Karîstos
  • Xarîklos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanXarîklo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Apolon, Xîron û Esklepios li ser freskeke sedsala yekem b.z. (Muzeya Arkeolojiyê ya Napoliyê)

Serpêhatiyên wî

biguhêre

Xîron qebîleyeke teselyayî ya mêrên nîvhesp. Dema ku têkilîyên cinsî yên Kronos bi Nîmfê Fîlîra re ji hêla Rea ve hate qutkirin, Kronos xwe veguherand hespek da ku ji ber çavan xilas bibe û netîce ev kurê duṣikl peyda bû.

Hespmêrên din ji hêla ewrê Nefelê ve li quntarên Çiyayê Pelionê li Magnesiayê ku ji hêla keçên Xîron ve hatin peydakirin.

Xîron mamosteyeke navdar bû. Ew aqilmendê pir lehengan ku di nav wan de ji Argonatan Îason û Pêleûs, bijîjk Esklepios, Aristaios û Axîleûs hebû.

Xîron ji hela Hêraklês ve bi xeletî hate birîndar kirin. Birîna ku bi Hîdra-jehrê jehrî bû, bêderman bû, û êşa bê tehemûl Xîron neçar ma dest ji nemiriya xwe berda. Paşê Zeus ew di nav stêrkan de wekî komstêrka Sagittarius an Centaurus bi cih kir.

Di tabloya vazoyên ya Yewnanistana kevnare de, Xîron pir caran bi rengekî ku ji ya Sentoriyên din cudatir dihat teswîr kirin - bedenê wî ji serî heta lingê wî wek yên mirovan bû. Bedenê wî yên hespê tenê qurmê wî ve hebû û bi cil û berg bû. Dibe ku ev forma cuda bi tenê teswîra wî di drama yewnanî de nîşan bide ku li wir sînorkirinên cil û berg hewcedariyek ji forma sentorine hewce dike. Sentoriyên din, yên ku di drama Atînayê de tazî û bi formên bi tevahî hespan li binê bejnê hatine teswîrkirin.[2]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Ovid Metamorphoses 6.126 & 7.352
  2. ^ a b https://www.theoi.com/Georgikos/KentaurosKheiron.html