Xaneya çîlkeyî

corek ji ronahiyewergirên toreya çav

Xaneyên çîlkeyî (bi îngilîzî: rod cells) corek ji ronahiyewergirên çavê mirov e.

Tore navend e ji boy demarexaneyên bînînê.

Ronahiya hawirdor di korniye û hawêneyê de tê şikestin û tîroj li ser toreyê tên tîşkokirin. Çîna toreya çav, jo boy wergirtina ronahiyê, demarexaneyên taybet, ango ronahiyewergir lixwe digire. Ronahiyewergir hestewergirên ji boy hestê bînînê ne. Du cor ronahiyewergir di çîna toreyê de cih digirin. Yek ji wan xaneyên çîlkeyî ne, a din jî xaneyên qoçekî (bi îngilîzî: cone cells) ne. Ev herdu cor hestewergir navên xwe ji şêweyên xwe digirin[1].

Pêkhate biguhêre

 
Xaneya çîlkeyî di ronahiya kiz (lawaz) de jî dikare çalakiya xwe bidomîne.

Di her çavek mirov de ji 100 mîlyonê zêdetir xaneyên çîlkeyî cih digire[2]. Xaneyên çîlkeyî dişibin şivê darê, loma vî navê lê kirine. Xaneya çîlkeyî ji du beşên serekî pêk tê, beşa navî û beşa derve. Beşa navî endamokên xaneyê yên wekî mîtokondrî, rîbozom, dezgeha Golgî, navik hvd lixwe digire. Beşa derve taybet e boy wergirtina ronahiyê. Beşa derve ya xaneya çîlkeyî de, parzûna xaneyê qatên bi şeweyê xeple (dîsk) pêk tîne. Bi vî awayê rûyê parzûnê hê firehtir dibe ji boy mijîna ronahiyê. Di nav xepleyan de pîgmenta rodopsîn cih digire[3]. Rodopsîn corek ji proteînên heste ye ko boyax (pîgment) lixwe digire û enerjiya ronahiyê vediguherine sinyalên elektrîkê. Rodopsîn ji proteînek bêreng a bi navê opsîn û 11-cis-retînal(11-cis-retînaldehîd) pêk tê. 11-cis retînal pîgment lixwe digire. Retînal ji vîtamîna A çêdibe.

Çalakbûna xaneyên çîlkeyî biguhêre

 
Enerjiya ronahiyê ya fotonan rodobsînê hildiweşîne.

Di tariyê de opsîn bi retînala cis-11 ve tê girêdan û rodopsîn çêdibe. Gava girêdan rû da îcar molekula GMP( guanozîna yek fosfatî) cogên îyonên li ser parzûna xaneya çîlkeyî ve dike. Iyonên sodyumê dikevîn nav xaneyê. Ev rewş wekî berevajîbûna cemsergeriyê (bi îngilîzî: depolarization) tê bi navkirin. Xaneyên çîlkeyî di demên berevajîbûna cemsergeriyê de demareguhêzer a bi navê glutamet (bi îngilîzî: glutamate) der dide[4]. Xaneyên çîlkeyî bi xaneyên ducemserî ve bi navbeynkariya gehînkeyê girêdayî ne. Glutamet li ser parzûna xaneyên ducemserî de cemsergeriya hîper (bi îngilîzî: hyperpolarization) ava dike. Bi vê awayê rê li ber demarexaneyan ve tê girtin ko sinyalên bînînê bişînin xaneyên girêk[4]. Loma mirov di tariyê de tiştek nabîne.

Gava çav bi ronahiyê ve rûbirû dimîne, 11-cis-retînal a beşa rodopsînê ji aliyê fotonên ronahiyê ve tê guhertin boy all-trans-retînalê. Ev rewş mîheng û şeweyê rodopsînê diguherîne[5]. Guherîna rodopsînê bandor li ser cogên sodyumê yên li ser parzûna beşa derve ya xaneya çîlkeyî dike, cogên sodyumê tên girtin. Bi vî awayê bargeya elektrîkî ya nav xaneyê û derveyî xaneyê diguhere. Xaneya çîlkeyî dikeve rewşa cemsergeriye û derdana demareguhêzer (glutamet) tê sekinandin. Bi kêmbûna glutametê, cemsergeriya xaneya ducemserî hildiweşe. Îcar ji xaneya ducemserî demareguhêzer tê derdan. Xaneyên ducemserî bi xaneyên girêk (xaneyên ganglîon) ve girêdayî ne, loma demareguhêzer li ser xaneyên girêk bandor dike û erkê kar dide destpêkirin. Sînyalên bînînê tê şandin boy tûkila mejî. Herwisa bi guherîna rodopsînê opsîn ji retînalê diqete û bêreng dimîne ev rewş wekî rengbirin (bi înglîzî: bleaching) tê navkirin[6]. Xaneyên çîlkeyî di dema rengbirinê de bersîva ronahiyê nadin û çalak nabin. All-trans-retînal ên ji opsînê diqetin, an tên enbarkirin an jî tê guhertin boy 11-cis-retînal, paşê boy ji nû ve çêkirina rodopsînê, tê şandin boy xaneyên çîlkeyî. Xaneyên çîlkeyî di tariyê de cardin ji opsîn û 11-cis-retînalê rodopsîn çêdike[7].

Hestiyariya xaneyên çîlkeyî ji boy ronahiyê gelek zêde ye, bi gelemperî xaneyên çîlkeyî ne li navend lê li derdora navenda toreyê de zêde ne. Xaneyên çîlkeyî ji boy bînîna çêweyî (herdu kêlekên çav) û binîna di ronahiya kiz (lawaz) de tên bikaranîn[1]. Di mejî de têgihîştina bînîna reş û spî an jî gewr ji aliyê xaneyên çîlkeyî ve tên rêkxistin[8].

Nexweşî biguhêre

Heke di xaneyên çîlkeyî de bi têra xwe rodopsîn berhem nebe, çalakiya xaneyên çîlkeyî têk diçe. Têkçûna xaneyên çîlkeyî dibe sedema çêbûna nexweşiya şevkoriyê. Bi eslê xwe nexweşiya şevkorî, nexweşiyek bomaweyî (genetîk) ye. Lê kêmasiya vîtamîna A jî dibe sedama çêbûna nexweşiyê. Xaneyên çîlkeyî ji nav sîtoplazma û xepleyên pîgmentê de vîtamîna A digirin û rodopsîn berhem dikin. Ji ber ko retînal ji vîtamîna A berhem dibe, heke di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna A tune be xaneyên çîlkeyî nikarin rodopsîn berhem bikin loma nexweşiya şevkorî li mirov peyda dibe[8].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  6. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  7. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, rhodopsin [1]
  8. ^ a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.