Korniye

pêkhateyek ron e di beşa pêşi ya çav de

Korniye, perdeya çav[1] (bi îngilîzî:cornea) pêkhateyek ron e di beşa pêşi ya çav de.

Goga çav ji aliyê çîna reqe (spîka çav) ve pêçayî ye. Li aliyê pêşî de reqe diguhere, dibe wekî perdeyek ron. Ev beşa reqeyê wekî korniye tê navkirin. Pêkhateya di navbera reqe û korniye jî, wekî lîmbus (bi îngilîzî: limbus) tê navkirin. Ango lîmbus, reqeyê bi korniyeyê ve girê dide.

Tîrojên ronahiyê di korniyeyê de derbasî nav çav dibe.

Erk û pêkhate biguhêre

Du erkên serekî yê korniye heye, parastina çav û tîşkokirin (bi îngilîzî:focusing) û derbaskirina tîrojên ronahiyê ber bi odeya pêşî ya çav. Korniye ji du çînên rûkeşeşane pêk tê. Di navbera herdu çînan de rîşalên kolojen ( bi îngilîzî: collagen fibers) wek navberemade cih digire[2]. Korniye ber bi aliyê derveyî çav ve qoqiz e (bi îngilîzî: convex). Ronahî, pêşî di nav korniyeyê de derbasî çav dibe. Tîrojên ronahiyê gava di nav korniye de derbas dibin piçek ditewin ko tîroj ber bi torê ve were arastekirin[3]. Di çavê mirov de li du beşan de tîrojên ronahiyê tên tîşkokirin, peşî di korniyeyê de, paşê di hawêneyê de. Tîşkoya hawêneyê guherbar e, li gor durahiya çavkaniya tîrojên ronahiyê, şeweyî hawêneyê tê guhertin, bi vî awayê pileya tîşkoya hawêneyê jî diguhere. Şêweyî korniyeyê neguherbar e, loma tîşkokirina wê jî sabît e. Korniye bergekî parêzer e. Rengîne, bîbik û odeya pêşî ji aliyê korniye ve tên dapoşîn û parastin. Tîreya korniye bi asoyî 12 mm, bi stûnî 11 mm ye[4].Di korniyeyê de lûleyên xwînê tune, loma divê ji boy xaneyên herdu çînên rûkeşeşaneyê bi awayek alaternatîf xurek bêne dabînkirin. Ji boy çîna derve, xurek û oksîjen ji hêsîrê çav (rondik) tê bi destxistin. Hêsîrê çav ji aliyê rijênên hêsîrê ve tê berhemkirin û derdan. Di nav odeya pêşî ya çav de şileya avî heye, çîna navî ya rûkeşeşaneya korniyeyê, xurek û oksîjenê ji wê şileyê peyda dike[2]. Korniye li dij êş, pesto, serma û temasê gellek hestiyar e. Di navenda korniyeyê de hê pirtir êşanewergir hene loma ew beş hê zûtir û pirtir diêşe[4].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya enstîtuya kurdî ya Parîsê . Hejmar 3.
  2. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.