Xan Mehmûd

mîrê kurd

Xan Mahmûd mîrê Kurdê navdar ê sedsala 19'ane. Hemdemê Bedirxan Begê Botî û Nûrullah Begê Hekarî'ye. Xan Mahmûdê Mîrê Miks'ê, neviyê Eyyubxan Begê Miksî'ye ko malbata wî bi navê "Eyubxanbegî" tê naskirin. Herêma Miks'ê, dema Yawiz Siltan Selimê Osmanî wekî piraniya Mîrekatiyên Kurdan, Mîrekatiyeke serbixwe bû. Şerefname'ya Şerefxanê Bedlîsî de qal û behsa Mîrekatiya Miks'ê, bi Mîrekatiyên Hizan û Sipayêrt re tê kirin. Miks bi texmînî piştî 1675'an ketiye di bin hikmê Mîrê Hekariyan û qasî 150 salan di nav heman rewşê de maye ko herêma Miksê, çendan pirtûkên derbarê wê demê de, di nav herêma Hekariyan hatiye pejirandin.

Jiyana Siyaset biguhêre

Destpêka sedsala 19'an Eyûbxan Beg û paşê re, kurê wî Evdî Beg hemberê Mîrên Hekariyan de, ji bo azadiya Miksê ser hildan, şerr kirin û serketin. Piştî mirina Abdî Begê, kurê wî yê mezin Şeyhî (Şêxî) Beg bû Mîrê Miks'ê. Şeyhî Begê, hem hemberê Hekariyan u hem ji hemberê Boti'yan şerê xwe domand. Ji ber ko çend herêmên başura Miks'ê jî ketibû destê Botî'yan.

Şeyhi Beg bi şerê Hekariyan, niva herêma Kavaş'ê (herêma devê başura behra Wan'ê) xist di bin hikmê xwe. Pişti hatin kuştina Şeyhî Beg, birayê wî Xan Mahmud bu Mîrê Miksê.

Xan Mahmûdê Mîrê nû, navbera salên 1820 - 1838'ê de Kavaş, Westan, Xavesor u Mihemdan xist bin hikmê xwe û keleha Xoşeb'ê a navdar ko navenda Mîrekatiya Mihemdiyan bû, kir navenda Mîrekatiya xwe. Ji Miks'ê û tevayê başûra behra Wan'ê bigire heta Xoy û Selmas'a Kurdistan'a Îranê hikmê xwe belav kir. Wê navê re hem bi Mîrên Mihemdan, Hekari, Cizir û Botan û hem Osmanî û hem jî bi Iran'iyan şer kir. Dema giheşt sala 1838'ê Xan Mahmûd êdin ji çend Mîrên Kurdan yê navdar û mezin bû. Hem li Kurdistanê, hem li paytexta Osmanî û hem ji li Îran'ê dihat nasin.

Xan Mahmûd, guherîna siyaseta Dewleta Osmanî a li ser rêveberiya Kurdistanê ko Mîrekatiyên Kurdan dê ji holê hatibana rakirin nepejirand û hemberê Dewleta Osmanî serhilda. Payîza 1838'ê Hêzên Osmaniyan yên bi fermandariya Osman Paşayê Mişûrê Erziromê bi alîkariya Nûrullah Begê Hekarî û Seyfedîn Begê Botî (Mîrê Cizîrê yê kevn, kurmam û cîgirê Bedirxan Beg ) serhildana Xan Mahmud têk birin. Xan Mahmud û birayên wî Mîr Sêvdin, Xan Evdal û Abdurezak Beg bo Dersaadet'ê (İstanbul) wekî girtiyekê hatin şandin. Salek şûn de, hatin efû kirin û bo Kurdistanê cardin vegeriyan.

Xan Mahmûd sala 1842'yê cardin serê xwe hilda û herêma Mîrekatiya xwe ji axa Îranê heta Mûşê u Bazidê fireh kir. Wê navberê re bi Mirê Botan Bedirxan Beg re jî hev hat. Her du Mîran dostîniyeke mezin ava kirin. Ew hevaltî, bû îttîfaqa Mirê Kurdan.

Sala 1847'ê ji bo rakirina Mîrekatiyên Kurdan, ruxandin û pelişandina îttîfaqa Mîran, hêzên Osmaniyan bi çend aliyan ketin herêm. Bedirxan Beg u Xan Mahmud berxwedan. Welê li ser îxaneta Êzdin Şêr Beg, Nurullah Beg, Xan Evdal, Fazil Begê Wanî u çendê din serhildana wan têk çû. Bedirxan û Xan Mahmud teslîm bûn û bo Dersaadet'ê hatin şandin. Bedirxan bo girava Gîrît'ê, Xan Mahmud jî bo Rûscûk'a Eyaleta Silistrê hat sirgûn kirin. Xan Mahmud heta sala mirina xwe, 1866'ê li Rûscûk'ê jiya û li wê derê çû rehma Xwedê.

Çavkanî biguhêre