Wîkîpediya:Nûçe/2020
Kanûna pêşîn
- 28ê kanûna pêşîn – 9 sal piştî Robozikê: Li ser Komkujiya Robozikê ku di encama artêşa dewleta tirk de 34 kes jiyana xwe ji dest dan 9 sal derbas bû.— (BianetKurdî)
- 26ê kanûna pêşîn – Vîrûsa koronayê li cîhanê: Li gor agahiyên Zanîngeha Johns Hopkins hejmara nexweşan ji ber vîrûsa koronayê li cîhanê digihîje 80 milyonî.— (Dengê Amerîka)
- 26ê kanûna pêşîn – Hejmara 4em a Sînemaya Serbixwe derket: Hejmara çarem a e-kovara Sînemaya Serbixwe bi nivîsên Omer Bextiyar, Welat Ramînazad, Rûmet Medî, Mela Mihyedîn û Dawid Jikevir yên li ser sînemaya kurdî û cîhanê derket.— (sinemayaserbixwe.com)
- 22ê kanûna pêşîn – Biryara DMMEyê li ser Selahattin Demirtaş: Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ragihand ku divê Selahattin Demirtaş di cih de were berdan û biryar da ku Tirkiye ji Demirtaşî re tazmînateke 3 hezar û 500 Euro maddî, 25 hezar Euro manevî, ji ber lêçûn û mesrefan jî 31 hezar û 900 Euro bide.
- 21ê kanûna pêşîn – Dadgeha tirk cezaya hepsê da Leyla Guven: Dadgeha Cezaya Giran ya 9an li Amedê ji ber îdiaya "rêveberiya rêxistana terorî" 22 Sal û 3 Meh cezayê zindanê da hevseroka KCDê Leyla Guven.— (Dengê Amerîka)
- 19ê kanûna pêşîn – Konê Reş Xelata Şerefnamê ya 2020an werdigire: Înstîtûta Çanda Kurdî ya Vîyênayê ji ber xebatên wî yên li ser çand, ziman û wêjeya kurdî Xelata Şerefnamê ya 2020an daye nivîskar û helbestvanê kurd Konê Reş.— (Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş Diyarname)