Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/30ê çiriya pêşîn
Bûyer
- 1905 – Aspîrîn li cîhanê cara pêşî derkete piyaseyê.
- 1918 – Li Çekoslovakyayê komarî hate îlankirin.
- 1905 – Partiya Komûnîst a Awistralyayê li Sîdney hate damezrandin.
- 1922 – Benito Mussolini bû serokwezîrê Îtalyayê.
- 1956 – Brîtanya û Fransa hişyarî da Îsraêl û Misirê ku ji Kanala Suweyşê derkevin.
- 1970 – Li Viyetnamê di encama baranên musonê de 293 kes mirin û 200.000 kes bêmal man.
- 1973 – Pira Avtengê ji aliyê serokkomarê tirk Fahri Korutürk ve hate vekirin.
- 1983 – Li Arjentînê piştî rejîma heft salan a leşkerî cara pêşî hilbijartinên demokratîk pêk hatin.
- 1983 – Li Erzerom û Qersê di encama erdhejê de 1330 kes mirin û 534 kes jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1885 – Ezra Pound, helbestvanê amerîkan
- 1941 – Theodor W. Hänsch, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1960 – Diego Maradona, futbolvanê arjentînî
Mirin
- 1910 – Jean Henry Dunant, damezrînerê Xaça Sor û xwediyê Xelata Nobelê
- 2002 – Jam Master Jay, rapvanê amerîkî
- 2012 – Arjen Arî, nivîskar û helbestvanê kurd