Xaça Sor bi navê ICRC, di sala 1863'î de li Cenevre ya Swîsreyê hatiye damezrandin. Îro bi navê Tevgera Navneteweyî ya Xaça Sor - Heyva Sorê (IRCRCM) kar dike.

Bi hevrebûna Xaça Sor û Heyva Sor

Ev rêxistin ji bo alîkariyên mirovî kar dike û di fîlozofiya xwe de beriya ol, bawerî, çîn, nîjad hwd hertiştî mirovahiyê bingeh digire. Di sala 1919 de bi Heyva Sor a navneteweyî re peymanê mordike û bi hevre di alîkariyan de dixebitin.

Di dema sazûmaniya Nazî ya li Almanya de Xaça Sor bi destê şaxên xwe yî li Almanya gelek çewtî kirine û ji fîlozofiya xwe dûr ketine. Ev yeka han hêj jî tê rexnekirin. Îro Xaça Sor li pirraniya welatan birêxistinkirî ye û alîkariya hewcedaran dike.

Li Kurdistanê ji ber ku dewletek serbixwe ya Kurdan nîne, rêxistina alîkariya mirovî bi destê Heyva Sor a Kurdistanê tê kirin ku ev rêxistina mirovî li derveyî welêt hatiye damezrandin.


Çavkanî biguhêre