Theodor W. Hänsch
Theodor Wolfgang Hänsch, bi kurtî Ted Hänsch, (jdb. 30ê çiriya pêşîn a 1941ê li Heidelberg) fîzîknas û gerînendeyê Max-Planck-Institut bo optîka qûantan a li Garching a li cem Munîhê ye.
Theodor W. Hänsch | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 30ê çiriya pêşîn a 1941ê (83 salî) |
Hevwelatî | Almanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Meqam | |
Xelat |
|
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Sala 2005î bi tevî John L. Hall û Roy J. Glauber (herdu jî DYAyî ne) Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jînenîgarî
biguhêreSala 1969î li zanîngeha Ruprecht-Karls-Universität Heidelbergê perwerdeya xwe bidawîdike. Doktoraya xwe li ser bandora du kanên lazerê ya li ser atomên neonê dide. Di akademiyeke bo NATOyê de dixebite. Li DYAyê li ser fîzîka lazeran dixebite û lêkolînan dike. Endamê akademiya zanistiyê ya Bayern e. Herwekî endamê gelek akademiyên matematîk û zanînên xwezayî ye.
Xebat û girîngî
biguhêreDi ciwaniya xwe de bala xwe dabûye fîzîka lazeran û qûantan. Li pîvandina tîrêj û bandora lazeran geriyaye û spektroskopiya lazerê bipêşxistiye. Li ser cemedkirina lazerî, neutron û protonan jî lêkolînên wî gelek in.
Xelat û paye
biguhêre- 1973 California Scientist of the Year (Zanistê salê ya California; bi tevî Arthur L. Schawlow)
- 1979 Xelata Otto-Klung-Weberbank
- 1988 Xelata Gottfried-Wilhelm-Leibniz a Civaka lêkolînan a Alman
- 1989 Xelata navneteweyî ya Key Faysal ê Ereb
- 2000 Stern-Gerlach-Medaille a Civaka lêkolînan a Alman
- 1998 û 2000 Xelata Philip Morris a lêgerînan
- 2002 Xelata Alfried Krupp a zanistiyê
- 2003 Nişaneya fermî ya şerefê, 1emîn payebilindî ya Almanya
- 2003 Bayerischer Maximiliansorden für Wissenschaft und Kunst
- 2005 Xelata Otto Hahn
- 2005 Frederic Ives Medal a Optical Society of America
- 2005 Xelata Nobel a fîzîkê
- 2005 Nîşaneya Bambi a kategoriya zanistiyê
- 2006 Doktoriya şerefê ya zanîngeha azad a Berlînê
- 2006 Nîşaneya şerefî ya herî mezin a Almanyayê
- 2006 Endamtiya akdemiya Papa
- 2006 Endamtiya akademiya lêgerinên xwezayî ya Leopoldina
- 2006 Endamtiya Académie des sciences, Parîs
- 2006 Doktoriya şerefê ya zanîngeha St Andrews
- 2006 Xelata Carl Friedrich von Siemens
- 2006 Hevwelatiya şerefê ya Garching
- 2006 Hevwelatiya şerefê ya Florenz
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |