Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/21ê tîrmehê
Bûyer
- BZ 356 – Ciwanek bi navê Herostratusê, Peristgeha Artemisê yê li Ephesusê (bi tirkî: Efes) şewitand. Ev peristgeh îro yek ji heft nuwazeyên cîhanê tê qebûlkirin.
- 365 – Li bajarê Îskenderiye yê Misrê erdhejek kir ku tsunamî derkeve û ev tsunamî bajarê Îskenderiyeyê tarûmar kir. Di nav bajarê de 5.000, li derveyî bajarê 45.000 kes jiyana xwe ji dest dan.
- 1774 – Şerê Osmanî-Rûsan (1768-74): Rûsya û Împeratoriya Osmanî di dawiya herbê de Peymana Küçük Kaynarcayê îmze kirin.
- 1930 – Serhildana Oremarê dest pê kir.
- 1944 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Claus von Stauffenberg û şirîkên wî di 20ê tîrmehê de hewl dan ku ji Adolf Hitlerê re sûîqestek bikin lê bi ser neketin û îro li Berlînê hatin îdamkirin.
- 1946 – Li Tirkiyeyê cara ewil hilbijartinên pirpartîtî hate kirin. CHP 396, DP 65 kursî bi dest xist.
- 1949 – Senatoya Dewletên Yekbûyî Peymana Bakurê Atlantîkê tesdîq kir. Ev peyman, peymana avakar yê rêxistina NATOyê bû.
- 1977 – Herba di navbera Lîbya-Misirê de dest pê kir. Ev şer çar rojan dewam kir.
- 1983 – Li dinyayê germahiya herî kêm li Stasyona Vostokê yê li Antarktîkayê hate pîvandin: -89.2 °C.
Jidayikbûn
- 1816 – Paul Julius Reuter, karsazekî alman, damezrînera ajansa nûçeyan a Reutersê
- 1899 – Ernest Hemingway, rojnamevan û nivîskarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1948 – Cat Stevens (Yûsif Îslam), stranbêj û îlahîbêjekî îngilîz
- 2007 – Benazîr Butto, serokwezîra Pakistanê yê berê ya esilkurd (jdb. 1953)
- 1977 – Qubad Talebanî, cîgirê serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê, lawê Celal Talebanî
Mirin
- 1967 – Albert Lutuli, polîtîker û pêşengê dînî yê ji Afrîkaya Başûr, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê