Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/16ê çiriya pêşîn
Bûyer
- 1964 – Çînê, yekem bombeya xwe ya atomê teqand û da zanîn ku ew dewleta çarem a xwedî hêza nukleer e.
- 1973 – Xelata Nobelê ya Aştiyê dane Henry Kissinger û Le Duc Tho.
- 1978 – Papa Yûhana Paulê II ê polonî weke papa hate hilbijartin.
- 1981 – Derhênerê kurd Yılmaz Güney ku ji girtîgeha Isparta bi destûr derketibû, reviya derveyî Tirkiye.
- 1994 – Xelata Nobelê ya Aştiyê, dane keşeyê afrîkî Desmond Tutu.
- 1992 – Artêşa Tirk, li Başûrê Kurdistanê herêma Heftenînê operasyon li dijî PKK da destpêkirin.
- 2002 – Dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Huseyn, di hilbijartinê de hemû deng standin.
- 2002 – Serokdewletê DYAyê, George W. Bush, biryara şer-destpêkirin a li dijî Iraqê îmze kir.
Jidayîkbûn
- 1854 – Oscar Wilde, nivîskarê îrlendî
- 1863 – Austen Chamberlain, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1885 – Karen Horney, psîkoanalîsta alman
- 1888 – Eugene O'Neill, dramatîkerê amerîkî
- 1927 – Günter Grass, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1959 – George Marshall, generalê xwediyê Xelata Nobelê
- 1988 – Muzafer Şerif, avakerê psîkolojiya komî yê esilkurd
- 2020 – Li Fransayê mamosteyê dîrokê Samuel Paty ji aliyê ciwanekî radîkal-îsilamîst yê çeçen ve li ser kolanan tê serjêkirin. Nîqaşên tund li ser qanûna kufrê û laîsîzmê dest pê dikin.