Çeka navokî

(Ji Bombeya atomê hat beralîkirin)

Çeka navokî[1] alaveke teqîndar e, ku hêza rûxîner ji reaksiyonên navokî distîne, bi kelişînê (îngl.: fission) (bombeya kelişînê), yan jî bi tevlihevkirina kelişîn û pişaftinê (îngl.: fusion) (bombeya hîdrojenî). Ev her du celebên bombeyan ji hindik miqdarên madeyê çendaniyên mezin yên hêzê belav dikin.[2]

Yekem çekên nukleerî, di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de, ji hêla Dewletên Yekbûyî ve hatin çêkirin. Du çekên navokî bi êrîşkirina bajarên japonî Hîroşîma û Nagazakî hatin bikaranîn. Ew demên bi tenê bûn ku di şerê de çekên navokî tên bikaranîn.

Niha, Dewletên Yekbûyî û Rûsya xwedanên piraniya çekên navokî ne. Welatên din, yên xwediyên çekên navokî, ev in: Çîn, Fransa, Keyaniya Yekbûyî, Hindistan, Îsraêl, Koreya Bakur, û Pakistan. Berê Afrîkaya Başûr xwediya çekên navokî bû, lê biryar dan wan rûxînin.[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Îsraîl Dibêje Îran Dikare di 5 Salan de Bibe Xwedîyê Çekên Navokî". Dengê Amerîka. 2021-11-23. Retrieved 2022-09-29.
  2. ^ a b "Nuclear Weapons - an overview | ScienceDirect Topics". www.sciencedirect.com. Roja gihiştinê 26 adar 2021.