Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/12ê çiriya paşîn
Bûyer
- 1905 – Li Norwêcê di encama referandûmê de alîgirên monarşiyê li dijî alîgirên komariyê bi ser ketin.
- 1918 – Awistriya bû dewleta bi sîstema komarî.
- 1941 – Li Erzinganê erdhej çêbû. Di encamê de 40.000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1947 – Rojnameya almanî ya rojane Junge Welt, bi jêrnavê "Organa navendî ya ciwanên azad ên alman" derket.
- 1956 – Maroko, Sûdan û Tûnis tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1980 – Keştiya ezmanî ya NASAyê ya bi navê Voyager I, wêneyên xelekên gerstêrka Keywanê kişandin.
- 1981 – Keştiya ezmanî Columbia ji bo ezman hate şandin. Bi vê re Columbia bû keştiya yekem ku du caran hate şandinî ezman.
- 1982 – Serokê partiya karkerên polonî Lech Walesa piştî girtina yazdeh mehan a girtîgehê, serbest hate berdan.
- 1998 – Alîkarê serokdewletê DYAyê Al Gore Protokola Kyotoyê îmze kir.
Jidayikbûn
- 1842 – Lord Rayleigh, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1962 – Bror Abelli, lîstikvan, stranbêj û nivîskarê swêdî