Protokola Kyotoyê (bi îngilîzî, Kyoto Protocol) yek ji hevpeymanên girîng ên navneteweyî bo parastina xwezayê ye. Di 11ê kanûna pêşîn a 1997an de li bajarê Kyotoya Japonyayê hatiye daxkirin. Lê di 16ê sibata 2005an de rewa bûye. Heya niha 169 welatan ev hevpeymana navnetweyî pejirandine.

DYA bi tundî li dijî vê protokolê derdikeve. Hin welatên ku qîmetê nadin xweza, tendirustî û devedorê jî (wekî Iraq) hêj îmze nekirine. Bi vê protokolê kêmkirina gazên ku ziyaneke mezin didin xwezayê wekî karbondîoksît, metan hwd tê xwastin.

Daxwazên protokolê

biguhêre
 
Kesk: pejirandine; sor: napejirînin; spî û zer: naxwazin bipejirînin. Rewş di sala 2009an de
  • Paqijiya qirêjiya ku fabrîkên wekî çement, hesin-pola û kirêc didin devedorê dikeve bin berpirsiyariya heman fabrîkan.
  • Radeya gazên ziyandar tê daxistin heya 5%.
  • Otomobîlên ku asta karbondîoksîtê bilindtir dikin, divê ji nû ve werin çêkirin.
  • Di germkirin, rêwîtî, hilberîn, veguhaztin û depokirinê de sîstemên nû yên kêm enerjiyê divên tên daxwazkirin.
  • Li kanên nû yên enerjiyê gerîn divê.
  • Divê bendavên termîk ên kêm karbon didin der werin çêkirin.
  • Divê riya bikaranîne enerjiya rojê were vekirin.
  • Divê bacên mezin li alavên ku pirr ziyanê didin werin birrîn.

Ev protokol di bin parastina NY de ji aliyê dûgelan ve tê birêvebirin. Welatê ku him îmze kiribe û him jî peywirdariyên xwe bicih neyne, bi 30% zêdetir kêmkirina radeya qirêjiya welatê xwe tê cezakirin. Mixabin hin welat wê neyên cezakirin (Çîn hwd).

Herêma Federal a Kurdistanê (Kurdistana Başûr) jî wekî birêvebiriya giştî ya Iraqê, hêj ev hevpeymana navneteweyî îmze nekiriye[çavkanî hewce ye].

Çavkanî

biguhêre