Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/11ê kanûna pêşîn
Bûyer
- 1816 – Indiana weke dewleta 19em tevlî DYAyê bû.
- 1907 – Avahiyên parlamena Zelendaya Nû ji sedema şewatê bi tevahî xera bûn.
- 1941 – Bi daxuyaniya Adolf Hitler û Benito Mussolini dewletên Almanya û Îtalyayê li dijî DYAyê şer îlan kirin.
- 1946 – Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hate damezrandin.
- 1964 – Che Guevara, li New Yorkê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axaftinek kir. Di dema axaftinê de êrîşeke bi hewanan pêk hat.
- 1994 – Ji ber ku Çeçenistanê bi yekalî serxwebûna xwe îlan kir hêzên leşkerî yên Rûsyayê bi fermana Borîs Yeltsîn ketine Çeçenistanê.
- 1997 – Îmzekirina Protokola Kyotoyê destpê kir.
- 2001 – Dewleta Çînê tevlî Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê bû.
- 2009 – Partiya Civaka Demokratîk, ji aliyê dadgeha makezagonê ya Tirkiyeyê ve hate girtin.
Jidayîkbûn
- 1843 – Robert Koch, kîmyagerê xwediyê Xelata Nobelê
- 1882 – Max Born, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1911 – Necîb Mehfûz, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1918 – Aleksandr Soljenîtsin, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1938 – Christian Lous Lange, aştîxwaza xwediyê Xelata Nobelê
- 1975 – Nihal Atsız, yek ji pêşengên îdeolojiya tirkperestiyê