Simkoyê Şikak an
Smayîl Aẍayê Şikak an jî
Simko (jdb.
1887 Kela Çariyê - m.
30ê hezîrana 1930an Şino) serhildêr û rêberekî
kurd ê ji êla
şikakan bû. Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê
Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê
Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî
şerê cîhanê yê yekem nêzî %50 ji axa
rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta
Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema
feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin nîrê aẍatiyê de bû, pêkhat.
(zêdetir...)