Vishnu Sharma ( sanskrîtî : विष्णुशर्मन् / विष्णुशर्णुशर्मा) zanyar û nivîskarek Hindî yê ku pirtûka Panchatantra nivîsî ye.. [1]

Vishnu sharma
PîşeNivîskar
Berhemên navdar
Panchatantra
biguhêreBelge
Rûpelek ji Kelîle û Dimne a 1429, ji Heratê, wergera farisî ya Panchatantra ku ji guhertoya erebî - Kalila wa Dimna - hatiye wergirtin - wêne,wezîrê manîpulatîf, Dimna, nîşan dide, ku hewl dide ku padîşahê xwe bike şer.

Panchatantra biguhêre

Panchatantra di dîrokê de yek ji pirtûkên ne olî yên ku herî zêde hatiye wergerandin e. Panchatantra di sala 570'an de ji aliyê Borzuya ve bo Farisiya Navîn/ Pehlewî û di sala 750'î de ji aliyê zanayê Faris Îbn Muqefe ve wekî Kalîlah û Dimnah ( bi erebî: كليلة و دمنة‎ hatiye wergerandin ). [2] [3] Hê di sedsala yazdehan de ev xebat gihîştiye Ewropayê, û berî sala 1600-an ew bi zimanê Yewnanî, Latînî, Spanî, Îtalî, Almanî, Îngilîzî, zimanê Slavoniya Kevin, Çekî û belkî zimanên Slavî yên din hebû. Rêjeya wê ji Java heta Îzlandayê dirêj bûye [4] Li Fransayê, herî kêm yanzdeh çîrokên Panchatantra di xebata Jean de La Fontaine de cih digirin. [5]

Çîrok biguhêre

Pêşgotina Panchatantra Vishnu Sharma wekî nivîskarê xebatê destnîşan dike. Ji ber ku tu delîlên derve yên serbixwe li ser wî tune ne, "ne mimkûn e ku mirov bibêje ka ew nivîskarê dîrokî ye... an bi xwe dahênerek edebî ye". [6] Li ser bingeha vekolînên cûrbecûr û taybetmendiyên erdnîgarî û ajalên ku di çîrokan de têne vegotin, Kashmir ji hêla zanyarên cihêreng ve wekî cihê jidayikbûna wî tê pêşniyar kirin. [7]

Destpêk, çîroka çawa Vishnu Sharma Panchatantra afirandiye vedibêje. Padîşahekî bî navê Sudarşan hebu, lî welatekî ku navê paytexta wê Mahilaropya bu, hukum dikir. [8] Sê kurên padîşah bi navên Bahushakti, Ugrashakti û Shakti hebûn. [9] Her çend padîşah bi xwe hem alim û hem jî hukumdarek bi hêz bû jî, kurên wî hemû lal bûn. [9] Kurên padîşah nikarîbun ku tîşta hîn bibin, padîşah neçar ma û jî bo bişewire, wezîren xwe civand. Gotinên yekî, yê bi navê Sumatî, ji padîşah re rast hat. [10] Wî got li şûna ku kurê xwe hînî nivîsar û nivîsarên pîroz bike, divê ku ew şehrezayiya ku di wan de ye hîn bibin û zanyarê kevn Vishnu Sharma dikare vî tiştî bike.[11]

Vishnu Sharma ji bo dîwanê hate vexwendin. Li wir padîşah sed erd baxşande wî û xwest ku kurên wî perwerde bike. [12] Vishnu Sharma xelat red kir û got ku ew zanînê bi pere nafiroşe. Lê ji bo şeş mehî, perwerdeya kurên padîşan qebul kîr. [13] [12] Vishnu Sharma dizanibû ku ew tu carî nikare van sê xwendekaran bi rêyên kevneşopî perwererde bike. Diviya bû ku ew rêyek hindik ortodoks bi kar bîne û ew jî ew bû ku meriv çîrokên heywanan bêje da ku şehrezayiya ku ji wan re lazim bû derxe holê.

Çîrokên ku bi hezaran salan li Hindistanê hatine gotin, panchatantra di xebatek pênc beşan de pêk hat da ku cewhera dîplomasî, têkilî, siyaset û rêveberiyê hînî van kuran ke. [13] Van pênc gotarên bi sernavê "Windakirina Dostan", "Serkeftina Dostan", "qijik û kûnd", "Windabûna Serkeftinan" û "Bêhesibandin" - bûne Panchatantra.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Santhini Govindan (2007), [[[:Şablon:GBurl]] 71 Golden Tales of Panchatantra], Unicorn Books, 2007, ISBN 9788178060866, ... credited to Pandit Vishnusharma somewhere between 1200 BC and AD 300. Many stories may have existed long before then, but Vishnusharma put them together as a single unit ... {{citation}}: Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî)
  2. ^ Knatchbull 1819
  3. ^ Falconer 1885
  4. ^ Edgerton 1924, r. 3. "reacht" and "workt" have been changed to conventional spelling.
  5. ^ Jean Johnson, Donald James Johnson (16 tîrmeh 2009), [[[:Şablon:GBurl]] Human Drama: World History: From 500 to 1450 C.E., Volume 2], Markus Wiener Publishers, 2005, ISBN 978-1-55876-220-6, ... reached al-Mansur, the second Abbasid caliph ... he ordered it translated into Arabic ... Some claim it soon became second only to the Quran in popularity ... at least eleven Panchatantra tales are included in the work of La Fontaine ... {{citation}}: Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî)
  6. ^ Olivelle 1997
  7. ^ [[[:Şablon:GBurl]] Orissa review, Volume 22], Home Department, Government of Orissa, 1965, 1965, ... He has concluded Kashmir as the birthplace of Vishnusharma taking into account the geographical features and the animals ... {{citation}}: Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî)
  8. ^ Acharya Vishnusharma, सम्पूर्ण पञ्चतन्त्र (The Complete Panchatantra), Parampara Books, ji orîjînalê di 6 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2010, ... भारत की दक्षिण दिशा में स्थित महिलारोप्य नामक नगर किसी राज्य की राजधानी था (located in the south of India was a city named Mahilaropya, the capital of some kingdom)...
  9. ^ a b Luis S.R.Vas, Anita Vas (10 îlon 2002), [[[:Şablon:GBurl]] Secrets of Leadership: Insights from the Pancha Tantra], Pustak Mahal, 2004, ISBN 978-81-223-0802-0, ... a king called Amarshakti. He had three sons – Bahushakti, Ugrashakti and Anantshakti – all dullards ... {{citation}}: Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî)
  10. ^ Pustak Mahal – Editorial Group / Bloomsbury (14 tebax 1999), [[[:Şablon:GBurl]] Story of Panchtantra], Pustak Mahal, 1999, ISBN 978-81-223-0454-1, ... One of them named Sumati advised the ruler to hand over the princes to the care of the renowned teacher Acharya Vishnusharma ... {{citation}}: Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî)
  11. ^ Luis S.R.Vas, Anita Vas (10 îlon 2002), [[[:Şablon:GBurl]] Secrets of Leadership: Insights from the Pancha Tantra], Pustak Mahal, 2004, ISBN 978-81-223-0802-0, ... a wise man named Sumati. He came up with the idea that the princes should not be taught the scriptures but only the wisdom in them. There is a man called Vishnusharma ... {{citation}}: Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî)
  12. ^ a b Shubha Tiwari (2006), [[[:Şablon:GBurl]] Children and Literature], Atlantic Publishers & Distributors, 2006, ISBN 978-81-269-0583-6, ... In return the king promised to pay a hundred land grants but Vishnusharma replied: 'Naham vidyavikrayam shasanshatenapi karomi.' Translated, 'I am not the man to sell good learning for a hundred land grants.' ... {{citation}}: Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî)
  13. ^ a b Luis S.R.Vas, Anita Vas (10 îlon 2002), [[[:Şablon:GBurl]] Secrets of Leadership: Insights from the Pancha Tantra], Pustak Mahal, 2004, ISBN 978-81-223-0802-0, ... a wise man named Sumati. He came up with the idea that the princes should not be taught the scriptures but only the wisdom in them. There is a man called Vishnusharma ... {{citation}}: Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî)
Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.