Rêziman
Navdêr (substantîv)
Lêker (verb)
Rengdêr (adjektîv)
Daçek (prepozîsyon)
Cînav (pronav)
Hoker (adverb)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Kitêbên rêzimanê
Zimannasî
Bêjenasî
Lîsteya zimannasan

Di kurmancî de du peyv bi alîkariya hinek qertafan bi hev ve têne girêdan ango têne îzafekirin, ji wan qertafan re veqetandek(zêder) tê gotin.Bi riya veqetandekê tiştek ji yên din ji aliyê zayend û mêjerê ve tê veqetandin, ji ber vê sedemê ji wan qertafan re veqetandek hatiye gotin.Ango di dema ravekê(îzafe) de mirov zayend û mêjera bêjeyan jî nas dike.

Îro her çi qas veqetandek bi gelemperî wekî qertaf derdikevin pêşberî mirov jî, ew wekî morfemên serbixwe têne pejirandin.Dema mirov baş lê dikole, mirov rasterast têkiliya wan bi cînavkên kurdî re dibîne.Dema ku ew tena serê xwe tên bikaranîn, cihê navdêrê digirin.Bo mînak/nimûne, di vê gotûbêjê de;

  -Ev pirtûka kê ye?
  -A(*) min e.

Di bersivê de veqetandeka a yekser cihê pirtûkê digire.

Celadet Alî Bedirxan jî li ser binyada veqetandekan ev nirxandin kiriye:

  Şaneka tarîxî

Gramêra frensizî dibêje ko zmanê frensizî veqentandekên xwe ji pronaveke latînî girtine.Gelo me yên xwe, ev bêjeyên hut, jı kû girtine? Li gora tedqîqatên ko heta niho min çêkirine, me jî veqetandekên xwe ji hin pronavan girtine, lê ne ji pronavine biyanî, ji pronavine xwe.Belê, veqetandekên me yên binavkirî ji pronavine me ên işarkî bi der hatine.Herwekî pêşdetir dê bête gotin, yê, ya, yên pronavine îşarkî ne û veqetandekên me ên binavkirî ji wan hatine pê.Di esl û bingehî de gava ev pronav diketin pêşiya navdêrekê û dibûn rengdêrine işarkî di yek dikete navbera wan û navdêrê.Mesela gotina Hespê Soro di eslê xwe de Hespê di Soro ye.(Elfebêya Kurdî û Bingehên gramera kurdmancî, r.68)

 Di kurmancî de ew veqetandek dibin du cure; yên binavkirî û yên nebinavkirî:
   

Veqetandekên binavkirî

/-ê/ yekjimar û nêr: Hevalê min hat. Gundê me li ber behrê ye. Xaniyê wan çarqatî ye. Birayê min te baş nasdike. Deriyê me ji te re her tim vekirî ye. Apê min duh ji bajêr hat.

/-a/ yekjimar û mê: Hevala min hat. Xwişka min çû bajêr. Dayika wî jê gelek hez dike. Meta min li vê taxê ye. Dara gûzê hişk bûye. Ava kaniyê diherike.

/-ên/ pirjimar: Hevalên min hatin. Çavên wî reş in. Pirtûkên min pir in. Tiliyên wî qerisîne. Guhên kalikê wî ker bûne.

Veqetandekên nebinavkirî

Celadet Alî Bedirxan qertafên -ek û -in ku wateya nenasiyê didin, bêjeyan wekî veqetandekên nebinavkirî bi nav kirine.Lê her wekî wî bi xwe jî destnîşan kiriye, di kurmanciyê de navdêr dema ku bi tena serê xwe bin, bin binavkirî ango nas in.Ew bi alîkariya qertafên -ek û -in dibin nebinavkirî.Her wiha ew qertaf paşê veqetandekên binavkirî digirin û dibin veqetandekên nebinavkirî.Her wekî diyar e, ev qertafa -ek bingeha xwe ji cînavka nebinavkirî yekê werdigire.Her wiha bingeha qertafa -in ê jî cînavka nebinavkirî hin e.Lewma jî qertafên -ek û -in bi xwe ne veqetandek in, qertafên nenasiyê ne.

Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku veqetandekên nebinavkirî her yek di bingeha xwe de ji du hêmanên cuda pêk hatiye.Wate;qertafên -ek û -in qertafên nebinavkirinê ne, dema ku ew veqetandekên binavkirî a, ê û ên digirin, dibin -eka, -ekê, -inên, bi vê awayê jî ravekê pêk tînin ango dibin veqetandekên nebinavkirî.Lê belê ev diruvê wan ê resen îro her çi qas di hinek devokan de mabe jî, di zimanê nivîskî de bi rengê -eke, -ekî û -ine tê bikaranîn.Her wiha heman qertafên nebinavkirî -ek û -in qertafên tewangê , û -an werdigirin û dibin -ekî, -ekê û -inan.

Mînak:

  /-ek/:

hevalek, gûzek, darek, mirovek, tiştek, keçikek...

  /-in/:

hevalin, gûzin, darin, mirovin, tiştin, keçin, stranin...

Her wekî tê zanîn mirov li şûna hevalin dikare bibêje, hin heval jî. Ji aliyê wateyê ve tu cudatî di navbera her du gotinan de tune ye. Ev her du qertaf dema ku veqetandekên binavkirî , -a û -ên digirin, dibin veqetandekên nebinavkirî.

Dirûvê resen

/-eka/(mê û yekjimar) /-ekê/(nêr û yekjimar) /-inên/(pirjimar)

Dirûvê guhertî

/-eke/(mê û yekjimar) /-ekî/(nêr û yekjimar) /-ine/(pirjimar)

Mînak:

  /-eke/:                          

guleke sor. dareke sêvê. maleke li pala gund. şûneke xweş.

  /-ekî/:

xaniyekî biçûk. deriyekî fireh. çiyayekî bilind. darekî stûr.

  /-ine/(pirjimar):

Hevaline min ji gund çûn. Maline taxê hilweşiyan. Darine baxçeyê me hişk bûne. Guline baxçeyê me geş bûne. Saline dirêj derbas bûne.