Navdêr

cureyê peyvê
Rêziman
Navdêr (substantîv)
Lêker (verb)
Rengdêr (adjektîv)
Daçek (prepozîsyon)
Cînav (pronav)
Hoker (adverb)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Kitêbên rêzimanê
Zimannasî
Bêjenasî
Lîsteya zimannasan

Navdêr an jî nav tiştekî, lawirekî, an kesekî bi nav dike û ji cureyên din cude dike û ew bi navê xwe nêvnas dibe. Navdêr di nav xwe de dibin du par: hevenav û serenav.

Hevenav navdêrên gelemper in, ango ji yekî bêtir tişt, lawir, an kesan bi nav dike: mirov, hesp, çiya, çem, pirtûk, xanî, karmend, kevir...

Serenav navdêrên taybet in, ango bi tenê tiştekî, lawirekî, an kesekî bi nav dike: Cegerxwîn, Evîn, Çavreş...

Raweyên navdêran

biguhêre

Navdêr ji hêla ray û avakirina raweyê ve dibin sê par:

biguhêre

Di navdêra xwerû de, tîpên bêjeyê tenê tîpên rayî û resen in, û ti tîp an pirtik bi ser bêjeyê ve nebûne: mal, defter, rê, dê, pê, ker, kevir...

biguhêre

Ew ji navdêrê xwerû û paşpirtikekê pêk tên û bêjeyekê bi wateyeka nû çêdike ango navdêreka nû ku tiştek an heybreka nû bi nav dike: gavan, şivan, rêvan, karker, nûser, girtî, gundî...

biguhêre

Ev nav ji du bêjeyên xwerû bi hev dikeve û navdêreka nû û bi wateyeka têvel pêk tîne. Helbet yek ji bêjeyan navdêreka xwerû ye, û dibe ku ew ya dî dîsa navdêreka xwerû be, an rengdêr, hoker, daçek, bernav an rayê lêkerê be: cegerxwîn, serhildan, keskesor, xwînmij... Renge ku navdêra hevbend ji sê bêjeyên xwerû jî saz bibe: berxwedan... Renge ku navdêra hevbend ji navdêreka darijtî û bêjeyeka dî pêk were: nêçîrvanî, rewşenbîrî,serokkomar, girtîgeh...

Çavkanî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre
  Wîkîferheng: navdêr – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir