VY Canis Majoris stêra tewrî mezina tê zanîn e. Gorî hesabên tên kirin çapa wê 1800- 2100 carî ya rojê ye. Eger ew li şûna rojê bûya, hînga wê yê cîhekî heta Keywanê bigirta. Çapa wê 200.000 carî ya dinê ye. Eger çapa dinê 1 mm bûya, hînga çapa VY Canis Majoris ê 200 metre, ya rojê jî ê 1,8-2,0 metre bûya.

Danaberheva cîsmên esmanî û VY Canis Majoris.
1. Tîr < Behram < Gelawêj < Erd
2. Erd < Neptûn < Ûranûs < Keywan < Berçîs
3. Berçîs < Wolf 359 < Roj < Qurix
4. Qurix < Pollux < Nêrevanê Bakur < Deberan
5. Deberan < Rîcel < Antarês < Betelcewza
6. Betelcewza < Mu Cephei < VV Cephei A < VY Canis Majoris.

Ew ji dinê 5000 salên roniyê dûr e. Ew di komstêra Kûçikê Mezin de ye.

Girêdanên derve biguhêre