Betelcewza yan α Orionis (Alpha Orionis), stêrkeke di komstêra Oryonê de ye. Ew girmilkê Oryon, Nêçîrvanê mîtolojiya yewnan, pêk tîne. Ew stêreke pirr mezin e. Çapî wê 662 caran ji ya Rojê mezintir e û eger ew li şûna rojê bûya, gerrstêrkên heta Berçîsê, Dinê û Behram jî têde, ê di nav cismê wê de bimana. Ew bi qedra xwe ya zahîrî ya ji dinê xuya dibe ve, stêrka dehem geştirîn a ezmana şev e.

Cihê Beteljûzê di Oryonê de

Navê wê ji erebî tê ye, lê esas ew ji bi erebî: يد الجوزاء‎ (yed el-cewza) tê. Lê ji ber ku di erebî de herfê Y (bi erebî: يـ‎ di serê peyvê de bi du nixteyan, lê herfê B bi nixteyeke tê nivisîn, ew bi xeletî şûna Y wek B hatiye xwendine û di zimanên rojavayî de ew wiha bi cî bûye.

Dîtina Betelcewza, bi rêya Kemera Oryonê, pirr hêsan e. Ji ber ku rengê wê yî sor, wî balkêş dike jî dîtina wê hêsantir dibe. Li nîvkada bakur, di meheya kanûna paşîn de ji roava heme şûnde li asoya rohilat wek bilind dibe tê dîtin. Di nava adarê de ew li hemû dinê, ji xeynî hin derên Antarktîka, dîtbar e. Di meha gulanê de ji roava şûnde gaveke xwiya dibe û dûv re dihere ava.

Mezinahî

biguhêre
 
Qurix(Sîriyos) geştirîn stêra a esmanê şevê ye, lê dema hemberî Beteljûzê ew pirr biçûk dimîne

Betelcewza yek ji stêrên mezintirîn û geştirîn e. Bi çapeka wekheva 1,180 carî çapa rojê ve, ew dikare ji 2 quadrîlyon(2.15 × 1015) dinê zêdetir, yan ji 1.6 bîlyon (1.65 × 109) rojê zêdetir îhtîwa bike. Eger stêra Betelcewza stadyûmeke wek Stadyuma Wembley bûya dinya wê morikeke çapa xwe mîlîmetrek, roj jî bi qasî mangoyekê bûya.