Vîna azad, têgînek e ku pirranî di dad û zanistiyên gotinî de tê bikaranîn.

Vîna ku hêza hilbijartina armancan dide ye. Mirov bo bigihê armancên xwe, dikare daxwaz, hest û rêbazên xwe kontrol bike, wan gorî pêdiviyan biguherîne, saz bike, ji nû ve bikarbîne. Mirovên ku ne xwedî vîna azad in, nikarin viya bikin. Ew alûde (pêgir) ne, bindestê vînên din e.

Bikaranîna têgînê di warên cuda de

biguhêre
  • Felsefeyê de, pozîsyonên bimerc (rahênan, demîngirtî) û bêmerc (bêrahênan, bêdemîngirtî)
  • Mafê mirovan, vîna azad a bimerc û ya bêmerc.
  • Civaknasî, vîna di bin siya determînîzmê de ye û ya nîne. Vîna di bin faktorên din ên civakî de ye û ya nîne.
  • Di zanistiya fîzîkê de, hin element û heyber xwedî serbixwebûneke îradî ne, enerjiya wan a livînê ji wan e û hin jî berevajî ne.
  • Di warê genetîkê, lêkolînên li ser mêjî, bijîşkiyê de tê bikaranîn.
  • Di olzaniyê de (teolojî) vîna azad rêmaneke bingehîn e.
  • Derûnnasî. Mirov çendî xwedî vîna azad be, astengiyên derûnî jî ewçend kêm û bêziyan dibin.
  • Dad. Tenê mirovên xwedî vîna azad in, pêgirê tiştekê nînin dikarin bi cezayê herî mezin ê zagona têkildar divê, bên cezakirin.
  • Sinc, rewanzanî, matematîk, wêje, sîbernetîk jî têgîna vîna azad bikartînin.